- Ew hunerê xwe bi mexlesa ‘Times New Romance’ dike. Ew li ber wêneyên wê girtine, li ser tarekê bi ta û derziyê bi xêzên xurt mirovan resm dike.
Sheena Liam hunermendeke Malezyayî-Çînî ye ku sala 1991´ê hatiye dinê. Ew di heman demê de jî ji modelên navdar ê navneteweyî ye.
Di hunermendiya xwe de ew her karê ta û derziyê li ser tara neqşê dike. Herçî modelî ye, ew halê hazir ji Storm Model Management a Londonê, Women/360 Models a li Parîsê, Hollywood Model Management a li Los Angles û Muse Management a li New Yorkê re dixebite.
Ew hunerê xwe bi mexlesa ‘Times New Romance’ dike. Ew li ber wêneyên wê girtine, li ser tarekê bi ta û derziyê bi xêzên xurt mirovan resm dike. Nexasim jî porên wan gelekî diyar derdixe pêş. Pêşangeha solo ya van berhemên wê sala 2018´an li galeriya Idem hebû. Sala 2019, The Art Gorgeousê Sheena Liam weke yekê ji 200 hunermendên herîbi tesîr li lîsteya hunermendên bi tesîr zêde kir.
FRANKFURT