“Bombekirina bi ta/ben” yan jî “Yarn bombing” hunerekî kolanan e ku li mekanên giştî her diçe bêhtir darîçav û xuya dibe. Li welatê Emerîka Latîn Şîliyê, kolektîfeke jinan a bi navê Lunapuerta ji bo rengînkirina bajaran vî hunerî dike. Ew nexadim tercîh dike ku amûr, tişt û mekanên terikandî bi hunerê xwe rengîne. Ew vînçên mezin ên li bajarê Coquimbo, yan jî li perê behrê ew kelekeke masîgiran bi hunerê xwe direngînin. Gava vê dikin jî ew sembol û formên ji rêûresmê yên Şîlî û xwecihên Emerîka Latîn bi kar tînin.
Damezrênera kolektîfa Lunapuerta, Claudy Tapia Retamel e. Ew wekî din daran, bisîklêtan yan jî lempeyên kolanan jî bi hunerê xwe direngînin.
NAVENDA NÛÇEYAN