Bi sûcên derew krîmînalîze dikin

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 20 Kanûn 2021 - 22:15

  • Dadgehê ji 44 aktîvîstên ku bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) protesto kirin, ji bo 4´an biryar da bên girtin. Dadgehê ji bo Serhat Elma jî biryara dersînorkirinê da.

JIYAN AZAD / DEN HAAG

Dadgehê ji 44 aktîvîstên ku bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) protesto kirin, ji bo 4´an biryar da bên girtin. Dadgehê ji bo Serhat Elma jî biryara dersînorkirinê da. heta ku dersînorkirina wî bê erêkirin jî ew ê di nezaretê de bê girtin. 

Ciwanên Kurd ji bajarên Ewrûpayê çûbûn Den Haagê û 3´yê Kanûnê bêdengiya OPCW´ê ya beramberî Tirkiyeyê protesto kiribû. Ciwan ketibûn nava avahiya OPCW´yê û helwêsta wê protesto kiribûn. Polêsan êriş biribû ser ciwanan û 44 ji wan kiribûn nezaretê. Ji wan 39 piştî bi 3 rojan hatin berdan. 5 jê jî dema wan a nezaretê hat dirêjkirin û ew li Den Boschê derxistin pêşberî dadger. 

Dozger xwest bi îdîaya “Zerar li malê giştî kirine”, “Şideta li dijî polês bi kar anîne”,  “Xwepêşandana bê destûr kirin” û “Bê destûr ketine nava milk”

Sînan Erdogan, Abdullah Golbaşi, Serhat Elma, Hakan Han û Hugo Gomes Pinto Gutierrez bên cezakirin. Heyeta dadgehê biryar da dosyaya Serhat Elma ji ya yên din bê qutkirin, ji dayreya biyaniyan re bê şandin û bê dersînorkirinî welatê lê doza penaberiyê kiriye, Fransayê; heger Fransa vê qebûl neke, doza wî ya penaberiyê wê li Holanda bê nirxandin. Ji bo pêvajo dest pê bike, Serhat Elma şandin Rotterdamê. Ji bo her çar aktîvîstên din heyeta dadgehê biryar da ku heta 23´yê Sibatê girtî bên dadgehkirin.

Biryar siyasî ye

Parêzerê girtiyan Huseyin Aktaş got, biryar bi temamî siyasî: “Heyeta dadgehê ji ber zexta welatên endamê Yekîtiya Ewrûpayê vê biryarê dide. Li vir saziyên Kurdistanî hemûyan gelek caran bang li OPCW´yê kir. Ji bo ku bikaranîna sîlehên kîmyewî lêbikole. Lê welatên endam li gorî berjewendiyên xwe li vê daxwaza Kurdan kerr û kor kir. Ciwanan jî weke nerazîbûn bi vî rengî hewl da dengê xwe bidin bihîstin. Tohmetên dozger bi temamî ji bo krîmînalîzekirina van aktîvîstan û têkoşînê ye. Ne êrişeke li dijî polêsan heye, ne jî zerar dane ti malê giştî.Hewl didin ku ceza li têkoşîna Kurdan bibirrin. Em ê îtîrazên xwe bikin û taqîba lazim a hiqûqî jî bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.