- Di van demen dawî de walîtî, qeymeqam û şaredariyên AKP’ê gelek konser û şanoyên bi zimanê Kurdî qedexe dikin.
Di van demen dawî de walîtî, qeymeqam û şaredariyên AKP’ê gelek konser û şanoyên bi zimanê Kurdî qedexe dikin. Herî dawî nîşandana lîstika ‘Tartuffe’ ya Şanoya Bajêr a Amedê, li Mersînê hate qedexekirin. Di demekê de ku konserên hunermendên Kurd û lîstikên şanoya Kurdî tên qedexekirin, di bernameyeke Kanal D'yê de strana hunermendê Kurd Firat Med bê destûr hate weşandin. Bi vê helwêstê, polîtikayên dewletê yên li ser ziman, çand û hunerê Kurdî careke din ber bi çav bûn: Stranên Kurdî ji hunermendên Kurd re qedexe ne lê ji medyaya Tirk re serbest in.
Firat Med, tekildarî qedexekirina konserên Kurdî û zextên li ser çand û hunerê Kurdî got, zimanê Kurdî parçeyekî malbata mirovahiyê ye û qedexekirin û zext şerma mirovahiyê ne. Med, bal bire ser weşandina bê destûr a strana wî di Kanal D’yê de û got, “Wekî hunermendekî, ez jî dixwazim ku stranên min li her cihî werin bihîstin, lê di vir de stran û hunerê me wek lîstik di destê medyaya wan de tê bikaranîn. Em hurmet û rêzdariyê ji çand, huner û zimanê xwe re dixwazin. Li aliyekî konser tên qedexekirin li aliyê din jî bi stranên me dilîzin û li gorî dilê xwe bi kar tînin. Ez vê helwêsta wan şermezar dikim.”
‘Em nebêjin em ê tine bibin’
Med got, derheqê kesên strana wî bê destûr weşandî de wan lêkolîn daye destpêkirin: “Ez bi parêzerê xwe re jî axivîm û niha em li ser vê yekê lêkolînê dikin. Em dê li pêy kesên ku bê hurmet û bê destûr strana me weşandine, bin. Bila ti kes bi ziman, huner û stranên me nelîze.
Heke tu bixwazî neteweyekî qir bikî, divê di serî de tu huner, ziman û çanda wî qir bikî. Niha tişta tê serê me jî pevajoyeke tinekirinê ye.”
MA/AMED