Zimanê Kurdî hedefa sereke ya şerê taybet yê dewletên dagirkere û bi her awayî hewl didin ku zimanê Kurdî bihelînin û ji holê rakin. Kurd bi xwe jî beşeke din ya xeterî û xemsariya parastina zimanin. Profesorekî zimanê Kurdî dibêje “Li Herêma Kurdistanê em bi siyaseteke nerm ber bi tinekirina zimanê Kurdî ve diçin. Divê hikûmet ji bo pêşxistina zimanê Kurdî pêşengtiyê bike.”

Profesorê Zimanê Kurdî Bêstûn Hesen ku Serokê Beşa Perwerdeya Seretayî ya Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Silêmaniyê ye di nirxandina xwe de behsa girîngî û dewlemendiya zimanê Kurdî û metirsî û pirsgirêkên ku pê re rûbirû maye dike.

Profesor Bêstûn Hesen da zanîn ku netewa Kurd li Herêma Kurdistanê ji hemû netewên cîhanê cuda difikire û tevdigere û got; “Li welatên wek Îran û Tirkiyê heta ku hûn zimanê wan nezaninn hûn nikarin karekî peyda bikin û li zanîngehan bixwînin. Ji ber vê yekê her netewek hewl dide ziman, çand û kevneşopiyên xwe bi pêş bixe û biparêze. Lê li Herêma Kurdistanê em bi siyaseteke pir nerm, ber bi tinekirina zimanê Kurdî ve diçîn. Kesên ku ji bo kar tên Başûr, bi tu awayî ferzkirina fêrbûna zimanê Kurdî li ser wan nayê kirin.”

Em bi zimanê wan dizanin lê ew bi yê me nizanin!

Profesor li ser girîngiya zanîna ziman nimûneyekê dide û dibêje; “Ji bo nimûne, ezê gotinek ya Gabriel Garcia Marquez bînim bîra we ku dibêje ‘Heke tu kiryar bî, divê her kes bi zimanê te bizane, lê heke hûn firoşkar bin, divê hûn bi zimanê her kesî bi axivin’ lê tevî ku em li vir kiryarin jî li şûna ku ew zimanê me bizanibin lê mixabin em zimanê wan dizanîn. Ev jî berevajiyê hemû prensîbên ku xwediyê desthilatê dixwaze ye ku girîngiyê bide çand û zimanê xwe û pêş bixe.”

Ji bo Başûr sê pêngavên girîng

Profesor Bestûn behsa pêngav û çareseriyên parastina zimanê Kurdî li hember siyaset û dagirkeriyên li ser zimanê Kurdî dike û got; “Ji bo parastina ziman û çanda Kurdî divê çend gav bên avêtin. Ya yekem ewe ku di navendên fêrbûnê de kursên fêrbûna zimanê Kurdî bên vekirin û ji bo her kesê ku li Herêma Kurdistanê karekî peyda dike bibe pêwîstiyek. Ji nanpêj bigre heta hostayê çêkirina wesayîtan û bijîşk, divê bi kurdî zanibin an jî beşdarî kursên ziman bibin. Berî ku kar ji wan re bê dayîn divê kursan derbas bikin.

Pêngava duyemîn jî ewe ku Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê bike merc ku hemû dibistanên seretayî yên ku bi zimanên biyanî ders didin, herî kêm refa yekem û duyemîn bi zimanê Kurdî bixwînin. Ji ber ku divê zarok di pêşketina ziman de pêşî zimanê xwe bi zimanê dayikê werbigire û piştre fêrî zimanên biyanî bibe.

Pêngava sêyemîn jî, divê hikûmet ji bo pêşxistina zimanê Kurdî siyasetekê bimeşîne û di nav gelê kurd de hestê bi zimanê xwe serbilind bike û fêm bike ku zimanê wan ji zimanên cîhanê ne kêmtire. Ev jî bi avakirina saziyan û derxistina zagonên taybet bi rêya parlamentoyê bên kirin. Her wiha divê zarok jî fêrî hezkirina welat, ziman û netewa xwe bên kirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ