Di dema avahîsaziyekê de, karkeran li peytexta Îtalyayê Romayê li navenda dîrokî ya bajêr, serê peykerekî ji mermerê spî dît. Şaredarê Romayê, Roberto Gualtieri di ser hesabê xwe yê Twitterê re ev agahî parve kir: “Roma her dewam dike li ser rêya vegera delîlên biqedr ên rabihuriya xwe: Seriyekî ji mermer ê hîna bi ezamet li ser xwe, di dema karên avahisaziya li Piazza Augusto Imperatore de hat dîtin û Sovrintendenza Roma jî ew derxist.”
Gualtieri wekî din da zanîn ku arkeolog û restorator bi paqijkirin û lêkolîna peyker daketine.
Sovrintendenza Capitolina yan jî Sovrintendenza Roma saziya cemaweriyê ye ku tevahiya mîrasa dîrokî û arkeolojîk a bajêr bi rê ve dibe.
Li gorî texmînan ev seriyê ji mermer, parçeyek ji peykerê xwedewendekê ye. Rêveberê Sovrintendenza Capitolina, Claudio Parisi Presicce dibêje, “Muhtemel e ku serê peykerekî xwedawendekê be, belkî yê Afrodîtê be; mezinahiya wê weke ya xwezayî ya mirovekê ye. Porê wê li paş hatiye girêdan bi rêya terîşeke li ser serê wê hatiye girêdan.”
Wî wekî din got, peyker di binê dîwarekî serdema antîk a dereng de hatiye dîtin. Yanî serî ji bo lêkirina vî dîwarî, weke kevirekî adetî hatiye bikaranîn. Claudio Parisi Presiccegot got, di serdema navîn de berhemên gelekî hêja yên hunerî yên serdema antîk jî wiha, weke keviran hatine bikaranîn û biya wî ev di vê rewşê de tiştekî baûş bûye: vê yekê hiştiye ku ev berhem bi silametî bigihîje roja me ya îro.
Claudio Parisi Presicce di dawiyê de got, restorator û arkeolog hewl didin berhemê restore bikin û armanca lêkoleran ew e ku nas bikin ka peyker kê temsîl dike û ji kîjan salê maye. ROMA
Wêne: Sovrintendenza Capitolina