Bi şampiyoniyê bersivî didin
Çarşem 8 Adar 2023 - 16:22
Lîstikvanên Amedsporê di 5’ê adarê de li Bursayê rû bi rûyê êrişa faşîst a alîgirên Bursasporê hatibûn û polîsan jî tenê li êrişê temaşe kir. Alîgirên Bursasporê jî di trîbunan de pankartên "Torosa spî" weke sembola revandina Kurdan û qatilên Kurdan ên di salên 90'î de bi sedan welatparêzên Kurd şehîd kiribûn. Ji Jinnewsê Rojda Aydin û Şehrîban Aslan bi endamên Tîma Futbolê ya Jinan a Amedê re peyivîn.
Kaptana tîmê, Guzîde Alçû û lîstikvana tîmê Zehra Acar, nerazîbûn nîşanê êrişan da û wan got, ew ê bi şampiyoniyê bersivê bidin van êrişan.
Ji bo Amedsporê ti ewlehî tine ye
Guzîde Alçû, “Em diçin gelek bajaran û maçên xwe dilîzin. Heta niha wek Amedsporê gelek caran bi êrişan re em rû bi rû man. Lê polêsan Tirk heta niha ti carî ewlehiya me misoger nekiriye. Em ê vê dawiya hefteyê biçin Stenbolê bi Tîma Fenerbahçe re maça me heye. Ji ber ku berê pirsgirêkên me bi wan re çêbûn, me ji polêsan daxwaza misogerkirina ewlehiyê kir.
Li Bursayê bi vekirina wan pankartan xwestin bêjin ‘Çawa ku wan hûn kuştin, em ê jî we bikujin.’ Dema ku ew tên vir, em ti tiştekî nakin. Lê dema ku em diçin, ew bi awayekî hov êriş dikin. Wekî ku kaptanê me got ‘dema ku ew tên em wan bi kulîlkan pêşwazî dikin.’ Lê bila ew jî baş zanibin, êrişên li dijî me, hefteyên din ji bo me dibin serkeftin. Em li qada maçê cudakariyê naxwazin. Em dixwazin di vê qadê de her kes azad be. Em ê serketina xwe hertim bidomînin.”
Cihêkariyê dikin nava tîman
Zehra Acar, êrişên li dijî Amedsporê şermezar kirin û got, “Li dijî van êrişan em ê bi ser bikevin û bi şampiyontiyê bersivê bidin wan. Cudakarî li dijî tîmên me tim tê kirin. Ji ber ku dema Bûrsasporê êriş kir, hemû komên ewlehiyê li cihê xwe sekinîn û li êrişan temaşe dikirin.
Bûrsasporê rabû got, ‘bi alîkariya me ev yek nehatiye kirin, agahiya me nîne.’ Lê ew kes bi wan pankartan çawa ketin stadê? Ev êriş ne bi tenê li dijî Amedsporê li dijî tevahiya Gelê Kurd hatiye kirin. Dixwazin Kurdan tine bikin. Ew jî bi xwe baş dizanin ku em ê weke tîmên Amedsporê yên jin û mêr, bibin şampiyon. Em ê bersiva xwe ya mezin bi şampiyoniyê bidin. Dem dema serkeftinê ye.”
AMED