Bi rîtmên xwezayî ‘keleşo’ û ‘zimanê kurdî’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Tîrmeh 2022 - 22:06

  • Akademiya Ma Musicê di çerçoveya yekemîn salvegera damezirandina Zarok Ma'yê de bernameyên xwe didomîne. 

Akademiya Ma Musicê di çerçoveya yekemîn salvegera damezirandina Zarok Ma'yê de bernameyên xwe didomîne. Tekîldarî bernameyan Koma Zarok Ma û Orkestraya Rîtmên Xwezayî ya Xwendekarên Akademiya Zarokan a Ma'yê bi konsereke coş derket ser dikê û salvegera xwe pîroz kir.

Malbatên şagirtan jî beşdarî konserê bûn.

Ewil Koma Zarok Ma bi çepikên temaşevanan derket ser dikê û bi strana gelêrî “Heylo Dilo” dest bi konserê kir. Piştî konsera Koma Zarok Ma , Orkestraya Rîtmên Xwezeyî bi înstrumanên wekî bîdon, kevçî û şûşeyên pet derket ser dikê. Orkestra bi strana “Zimanê Kurdî” dest bi stranan kir. Pişt re jî zarokan û malbatan pêk ve strana “Keleşo”  got. 

Piştî konserê perwerdekarê Ma Musicê Şêrko Kanîwar got, "Em li dijî her qedexekirinê ne, û zarokên xwe bê stranên Kurdî nahêlin."

Konser bi gerandina govendê bi dawî bû.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.