Bi rêxistin û parastin li dijî şidetê
Şemî 18 Mijdar 2023 - 00:15
- Çîgdem Dogû: Neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk û perspektîfa şoreşa jinê, xwedî girîngiyeke stratejîk e. Divê jin li dijî her cure êrişan xweparastinê bi pêş bixin.
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû derbarê pêngava "Bi Jin Jiyan Azadî re, Ber bi Şoreşa Jinê ve" ya ku KJK'ê di çarçoveya Hevgirtin û Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinê daye destpêkirin û çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta li dijî Jinê, ev nirxandin kirin: “Çalakiyên îsal di navbera 20-25´ê Mijdarê de tên plankirin. Helbet rêxistinên jinan ên li qadê dikarin li gorî pêwîstî û xweseriyên xwe xebatên xwe di demeke dirêj de plan bikin. Dîsa dirûşma pêngava KJK'ê ya "Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin" ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê weke dirûşmeya bingehîn hate nirxandin û dirûşmeyeke cuda nehat diyarkirin. Ji ber ku çareseriya rastî ya şideta li dijî jinê, bi têkoşîna şoreşa jinê ya bi felsefeya jin-jiyan-azadî pêkan e. Divê em şideta li dijî jinê ji gelek aliyan ve dakevin; mînak li warên aborî, hiqûqî, tenduristî, perwerdehî, xweparastin, siyasî û hwd. ji her aliyî ve ew bên nirxandin. Pirsgirêkên mîna koçberî, xizanî, bêkarî, kedxwarî, kuştina jinan, destavêtin, fuhûş, bikaranîna narkotîkê û hwd, li Kurdistanê û li seranserê Rojhilata Navîn pirsgirêkên berfireh in. Girîng e ku van hemûyan bi awayekî giştî binirxîne û çareseriyên wan nîqaş bike û ji wir ve hêza rêxistinî û têkoşînê derkeve holê, wateyeke xurt bide roja îro.”
Xweparastina jinan pirralî ye
Çigdem Dogu paşê behsa meseleya xweparastinê kir û got, “Aliyek din a pirr girîng jî bipêşxistina hişmendiya xweparastinê ye. Ji ber ku jin çiqasî bê rêxistin û bê parastin li dijî vê pergala serdest a mêr a bi hêz bimîne, ewqasî tê çewisandin, îstîsmarkirin û bikaranîn. Parastina hebûna jinê, pêkanîna xweparastina xwe, parastina jiyan, civak, xweza, zarok, bedewî û wateya xwe ye. Mirina her jinekê tê wê wateyê ku hemû dimirin û careke din bi paş ve diçin. Bi vê maneya xwe, divê 25’ê Mijdarê bibe roja ku hişmendiya xweparastinê berfireh bibe. Xweparastina jinê ne yekalî ye. Bi her aliyê jiyanê û ya herî girîng jî bi hişmendiya azadiyê re rasterast girêdayî ye. Ji bo vê jî divê xweparastinê di nava stratejiyek û pergaleke ku vê yekê jî bihewîne, bi parastina takekesî re sînordar nebe. Ji ber vê yekê, em 25’ê Mijdarê bi tevahî bi perspektîfa şoreşa jinê dinirxînin. Bi gotineke din, perspektîfa Neteweya Demokratîk, Xweseriya Demokratîk û Şoreşa Jinê, di warê çareseriya pirsgirêkên jinan û ber bi rizgariya wan ve xwedî girîngiyeke stratejîk in. Çareseriya Neteweya Demokratîk, Xweseriya Demokratîk çareseriya bingehîn e; Rêber Apo ew li dijî şideta li dijî jinê bi pêş xistin û şoreşa jinê di vê perspektîfê de bi awayekî resen û xweser hatiye birêxistinkirin.”
Li dijî şerê taybet baldar bin
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû li dijî siyasetên şerê taybet jî hişyar kir û got, “Mijara ku di vê 25'ê Mijdarê de divê bi girîngî û baldarî bê nirxandin, stratejiyên şerê taybet ên hêzên serdest ên cîhanê, bi taybetî jî dewleta Tirk a faşîst e. Di vî warî de divê rojevên ji bo têgihiştin û derbaskirina şerê taybet bi perspektîfeke pirralî bên afirandin û polîtîkayên hevpar ên jinan li gorî wê bên diyarkirin. Sûcên ku li dijî jin û zarokan bi rêya şerê taybet û bi rêya şerê fizîkî derdikevin holê, her wiha bi xwedîderketina li xwezayê re divê sûcên li dijî xwezayê bên teşhîrkirin û ji bo van sûcan jî divê doz li dadgehên fermî yan jî dadgehên jinan ên sembolîk bên vekirin. Ji ber vê yekê, divê destûr neyê dayîn ku sûc bên nixumandin, sûcên şidetê yên mêraniya hegemonîk zêdetir bên dîtin.
Guhertina mêran jî tê bipêşxistin
Hedefa me ya sereke di çalakiyan de jin in, lê helbet pirr girîng e ku mêr, ciwan û zarok jî di van mijaran de xwedî hişmendî û hestiyar bin. Di vê wateyê de divê xebatên mîna perwerde, atolye û hwd ku xîtabê van aliyan dikin jî bên bipêşxistin. Li ser esasê perspektîfa veguherîna mêr, divê helwêsteke ku mêr xwe lêpirsîn bike û têkoşîna azadiyê bide pêş bikeve. Dîsa divê di temenê biçûk de li hemberî bandora pergala kapîtalîst û zayendperestiya civakî di zarok û ciwan de hişyar kir.
Armanca me ew e ku em 25’ê Mijdara îsal di vê çarçoveyê de pêşwazî bikin.”
ANF/BEHDÎNAN