Bi ‘Quilling’ teswîra siberojê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 2 Kanûn 2023 - 00:38

  • Yulia Brodskaya teknîka hunerî ya xemilandinê ya ji berê ve, bi şêwazekî nûjen şirove dike. Ji bo portreyên xwe çêke kaxezên rengo rengo bi kar tîne û di portreyên wê de hûrgiliyên pirr xweşik hene. Ew bi van portreyan siberoja “Xelkên Gaia”yê nîşan dide.

Şêwekar û sêwirînera grafîkan Yulia Brodskaya teknîka hunerî ya bi navê “quilling” bi awayekî nûjen careke din şirove dike û bi vê teknîkê siberoja mirovahiyê dinirxîne. Ew di nava van deh salên dawî de di vî warî de bi nav û deng bûye ji ber îllûstrasyonên xwe yên serketî di sala 2009’an de ji hêla kovara “Creative Review” ve weke hunermendeke pêşeng hatiye neqandin. Portreyên wê yên împresyonîst û hurgiliyên di karê wê de veşartî, hezkirina wê ya ji kaxezê re jî rave dikin. 

Hunermenda li Moskovê hatiye dinê û niha li Ingilistanê dimîne, Yulia Brodskaya ji bo li ser tuwalê resman çêke terîşên kaxezan bi kar tîne. Ne tenê kaxezekê, ew bi sedan kaxezî bi kar tîne da ku van tabloyan temam bike. Yulia Brodskaya teknîka bi navê “quilling” bi kar tîne ku teknîkeke pirr kevn a xemlandina tiştan e. Ew parçe û terîşên mezin û piçûk ên kaxezan li hev ditewîne û dibirre. Paşê jî kaxezên ku li hev ditewîne li ser tuwalê bi cih dike. Kaxezên wê rengo rengo ne û bi vî awayî portreyên xweşik derdikevin holê. Brodskaya di vî warî de hunermendeke pêşeng e û ev teknîka kevn a hunerî bi saya kar û xebatên wê yên resen ji nû ve zindî dibe. Ji ber ku ew teknîka “quilling” pirr xweşik û bi hosteyî bi kar tîne portreyên wê weke berhemên sêber jî tên xuyanê.

Bi çand û xelkên ‘gaia’yê dadikeve

Brodskaya ji bo portreyên xwe çêke bala xwe dibe ser “Xelkên Gaia” yanî yên li ser rûyê dinyayê û dixwaze bi van portreyan siberoja xelkê nîşan bide. Ji bo berhemên xwe bi vê armancê temam bike, ew ji her çanda dinyayê sûdê werdigire û dîmenên cuda yên li dinyayê di van portreyên xwe de bi kar tîne. Brodskaya ji bo portreyên xwe yên ji kaxezê dibêje, “Ev portreyên ji kaxezê zindîkirina siberojê ne. Bi awayekî dîtbarî vê yekê nîşan didim. Her wiha li ser rastiya ku dê siberojê derkeve holê jî hin tiştan bi xelkê didin hîskirin. Nexasim jî têkiliyên di navbera insanan de dê siberojê bi xelkê çi bidin hîskirin jî şirove dikin. Ez bibêjim, ev portre di heman demê de kifşkirênên şexsî ne jî.”

Siberojeke ku birîn kewandine

Di portreyên Brodskaya de hin babetên hevpar hene ku tim li pêş in. Ew di van portreyên xwe de pirrî caran bi rojê, heyvê, floraya xwezayê û heywanan dadikeve. Ev bebetên ku di portreyên wê de derdikevin pêş, balê dibin ser aheng û têkiliya insanan a bi dinyayê re. Brodskaya jî hewl dide bi van portreyan siberojeke bi aheng ava bike û dibêje, “Ev siberojeke wiha ye; bifikirin ku me bi awayekî kolektîf paşeroja xwe derman kiriye û êş û birînên xwe jî kewandine. Siberoja ku ez bi van portreyan disêwirînim, ew siberoj e ku me ji serpêhatiyên xwe ders girtiye û bi ahengeke xweşik entegreyî dinyayê bûne.”

Ji bilî portreyên mirovan, ew carinan jî heywanên weke hespan jî eynî weke portreyên mirovan çêdike.

Dîroka teknîka Quilling

Dîrokeke kevn û balkêş a teknîka “quilling” heye. Her çiqas destpêka wê ne diyar be jî hin çavkanî nîşan didin ku Piştî Mîladê di sala 105’an de, li Çînê hin mezel bi teknîka “quilling” hatine çêkirin. Berê ji dêvla kaxezê metal (têl) dihatin bikaranîn lê piştî ku li Misrê kaxez hate kifşkirin, teknîka “quilling”ê bêhtir bi kaxezê hate ceribandin. 

Beriya ku kaxez popûler bibe xelkê dora guldankan û tiştên bi vî rengî, bi metalên zirav dixemilandin. Her wiha dîsa bi teknîka “quilling”ê xelkê derî, kovik û qutî jî bi têlên zirav dixemilandin. Nexasim jî Yewnanan ev huner û teknîk bi kar anîn. Wekî din li hin avahiyên olî yên Ewrûpayê jî xemlên ku bi vê teknîkê hatine çêkirin, hene. Lê hin berhemên ku di Serdema Navîn de hatine dîtin jî nîşan didin ku ev teknîk ji berê ve hatiye bikaranîn. Ji ber van sedeman jî cara pêşî kîjan milletî ev teknîk bi kar aniye, baş nayê zanîn. 

Di sedsala 13’an de huner û teknîka “telkarî”yê ji bo dekorasyonan li gelek deveran dihate bikaranîn. Lê piştî ku kaxez tê kifşkirin xelkê metal kêm bikaranî (ji xwe her kesî nikaribû metal peyda jî bike) û bêhtir bi kaxezê (li gorî metal, bi hêsanî dihat bidestxistin) ev teknîk ceriband. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.