• Mustafa Azimitabar û Ferhad Bandesh îsal bi berhemên xwe ji bo xelatê Archibald di pêşbirkê de ne. Qebûlkirina wan ya ji bo vê xelatê tê maneya naskirina wan jî. Ji xwe wan li hikûmeta Awistralyayê doz jî vekiriye û dibêjin hikûmeta Awistralya me belesebep girtiye binçav û ev binçavkirin gelek dirêj ajotiye.

ARDÎN DÎREN

Mustafa Azimitabar (Mistefa Ezîmîtebar) û Ferhad Bandesh (Ferhad Badeş) du penaberên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê ne. Piştî ji welat derketin, li Awustralyayê qederê 8 salan di hepsa penaberan de dimînin. Wan her tim dixwest weke hunermendên Kurd werin naskirin, lê mixabin ev yek pêk nedihat. Lê niha galeriya bi navê “New South Wales” diyar kir ku wê berhemên wan qebûl kirine. Mustafa Azimitabar û Ferhad Bandesh ji bo ev yek pêk were pirr li ber xwe didin û di dema binçavkirinê de bi huner re mijûl dibin û wêneyan çêdikin.

Mustafa Azimitabar ku li ser twîtterê mexlasa “Moz” jî bi kar tîne li girava “Manus” ya lêi derveyî Awustralyayê, 6 salan weke penaber girtî dimîne. Ev girav weke hepsekê ye ku Awustralyayê lê penaber asê dikirin, da ku negihîjin parzemînê. Dema li vê giravê asê dimîne, derûniya wî ne baş dibe û gelek tahde lê dibe. Ji bo karibe xwe ji nav vê derûniya ne baş derxe, berê xwe dide huner. Beriya hingê, ew qet bi karê hunerî re mijûl nebûye, lê di wê hepsa ji bo penaberan de ev hewldana wî verdiguhere şêwazeke berxwedanê û dest bi çêkirina wêneyan dike. 

Aramiya bi qehwê û firçeya diranan

Mustafa Azimitabar dibêje, “Meyleke min ji bo huner tine bû. Dema li Îranê jî bûm, ti carî mamosteyekî min ê wênesaziyê çênebû. Lê dema ez li girava Manus girtî mam, min dixwest ji rewşa xerab ya girtîbûnê xwe rizgar bikim. Qerebalixa li wir, ez aciz dikirim, ji bo hinek bi serê xwe bimînim, min bi kaxez, qehwe û bi firçeyên diranan ji xwe re aramiyek ava kir û wêne xêz kirin.”

‘Besît in lê berxwedêriyê temsîl dikin’

Mustafa Azimitabar dema li vê girava heps e, nikare xwe bigihîne malzemeyên din, ew jî mecbûr dimîne tenê bi malzemeyên ber destê xwe berhemên hunerî çêke. Piştî ku sala 2021’an ji wê hepsê xelas dibe, bi malzemeyên din jî dixebite, lê herî dawî dîsa li qehwe û firçeyên diranan vedigere û bi van malzemeyan karê xwe didomîne. Mustafa Azimitabar dibêje, “Ez qehwê bi kar tînim, ji lewre dixwazim 8 salên xwe yên girtî bi bîr bînim û bikim belge. Qehwe û firçeyên diranan alavên besît in û tiştên piçûk in, lê ew berxwedêriyê temsîl dikin.

Ew nîşan didin ku ez sax mam û niha jî ev jiyan dewam dike.” 

Ji bo xelata Archibald hatin qebûlkirin 

Azimitabar niha jî ji bo xelata Archibald ya 2022’yan namzet e. Her sal galeriya “New South Wales” ya li Awustralya Xelata Archibald dide.

Kesên vê xelatê bidest dixin, di heman demê de dibin xwediyê 100 hezar dolarên Awusralyayê jî. Mustafa Azimitabar û Ferhad Bandesh îsal bi berhemên xwe ji bo xelatê Archibald namzet in. Ew bi rêya vê xelatê dixwazin dengê wan jî were bihîstin, ji lewre di dema girtîbûna li girava Manusê de ji hêla rayedarên dewletê ve gelekî hatine acizkirin. Jixwe, wan li hikûmeta Awustralyayê doz jî vekiriye û dibêjin, hikûmeta Awustralya em belesebeb girtine û vê girtinê zêde dirêj kişandiye.

Gardiyan dest datînin ser malzemeyan

Yek ji penaberên ku wêneyê wî ji bo galeriya ““New South Wales” hatiye qebûlkirin jî Ferhad Bandesh e. Bandesh jî weke Azimitabar li girava Manus weke penraber girtî dimîne. Ew jî 7 sal û nîvan girtî dimîne. Dema girtî ye, şêwekar Ben Quailty yê Awustralyayî piştgiriyê dide Ferhad Bandesh. Nexasim jî malzemeyên ji bo şêwekariyê ji bo wî peyda dike. Bandesh bi van malzemeyan dixebite û tabloyan çêdike. Ew jî weke Azimitabar gelek caran qehwe û firçeyên diranan bi kar tîne û bi van malzemeyan tabloyên xwe çêdike. Gelek caran gardiyanan dest daniye ser malzemeyên wî û nehiştine ku tabloyan çêke.

‘Rengên ala welatê min in’

Bandesh dema girtî ye, bi qasî 100 berhemî çêdike. Piştî ku sala 2020’an azad dibe li Melbournê, li galeriya “Blak Dot” ku ji hêla niştecihên Awusralyayî ve tê birêvebirin, pêşangeha wî çêdibe. Bandesh di tabloyeke xwe de rûyê xwe bi kesk, sor û zer xêz kiriye û xema xwe ya ji vî wêneyî wiha dirdibire, “Rêngên kesk, sor û zer yên li ser rûyê min, rengê ala welatê min Kurdistanê ne. Rengê şîn jî okyanûs û behran temsîl dike. Ji bo werim Awusralyayê ez ji okyanûsan derbas bûm. Şîn azadî ye.”

‘Ken berxwedan e’

Bandesh di heman tabloyê de rûyekî bi ken jî xêz kiriye û ji bo rûyê bi ken jî dibêje, “Erê rast e, ez di portreyê xwe de dikenim. Ji lewra, ez hîna jî wan polîtîkayên zalimane yên li hemberî me hatine meşandin, di dilê xwe de hîs dikim. Lê dikenim, ji ber ku ken berxwedan e!

Dikarin li min bixin, heqaretê bikin û min biêşînin, lê ez hîna jî ji wan bi hêztir im û bi kenê xwe mafê xwe diparêzim û dibim dengê penaberên din yên girtî.”

Bandesh û Azimitabar ji bo karibin beşdarî pêşbirka xelata Archibald bibin, li studyoya Angus McDonald dixebitin. Agnus McDonald, filmçêker û parastvanê penaberan e. Bêhtir belgefilman çêdike. Wî derbarê Bandesh û Azimitabar de jî belgfilm hazir kirine û piştî ku ew nas kirine, studyoya xwe ji bo wan vekiriye da ku karibin rehettir bixebitin û karên xwe yên hunerî bidomînin.