Bi “peyzaj”ê dîrokê qir dikin!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 12 Tîrmeh 2022 - 22:06

  • Li navçeya Şirnexê Cizîrê, derûdora sûrên Birca Belek a dîrokî, bi kevirên bazalt tê girtin. 

Li navçeya Şirnexê Cizîrê, derûdora sûrên Birca Belek a dîrokî, bi kevirên bazalt tê girtin. Ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Hebûnên Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Tûrîzmê ya dewleta Tirk a dagirker ve, qaşo ji bo “peyzajê” li Birca Belek û derûdora wê xebatên restorasyonê hatibûn destpêkirin. 

Wezaretê îhaleya restorasyonê dabû Şirketa Zeydanli ya avahîsaziyê. Şirketa Zeydanli ku li Birca Belek xebatên restorasyonê dabûn destpêkirin, ji bîr kiribû ku birc cihekî dîrokî ye û bi kepçeyan dest bi karê kolanê kiribû. Me jî bi nûçeya xwe ya bi serenavê “Kepçe ketin birca belek” talana dîrokî ya hatiye kirin bi raya giştî re parve kiribû. 

Tevî nerazîbûnên raya giştî hemûyan jî kes nikaribû karên şirketa Zeydanli bide sekinandin. Bi navê xebatên “restorasyonê”, şirket rûxandina Birca Belek dewam dike. Sûrên Birca Belek ku xwedî dîrokeke 6 hezar salan e, niha bi kevirên bazalt ser wan tê girtin.

MA/CIZÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.