- Hunermend Chris Maynard ketiye pey firrîna çûkan û hingî li firrîna çûkan fikiriye hunerê xwe jî li gorî wê fesilandiye.
Hunermend Chris Maynard ketiye pey firrîna çûkan û hingî li firrîna çûkan fikiriye hunerê xwe jî li gorî wê fesilandiye. Wî ji perikên çûkan yên bi rastî, berhemên hunerî yên xweşik çêkirine. Maynard perikên çûkan bi awayekî profesyonel jê dike, dibirre û di dawiyê de ev tiştên xweşik derdikevin holê.
Di nav xebatên Maynard de yên ku wî bi van perikan çêkirine, gelek berhemên ji hev cuda jî dikevin ber çavên mirov. Carê ew ji perikekî tenê çûkekî çêdike û carê dikare ji perikekî refeke qulingan derxe. Maynard dibêje, “Ez nikarim weke çûkan bifirrim, lê di hunerê xwe de perikên wan bi kar tînim û bi vî awayî dikarim nêzî firrînê bibim.”
Maynard balê dibe ser perikan û dibêje, perik sê berên wan hene: “Heger ez wan li ser paşxaneyekê bi cih bikim weke ku difirrin xuya dikin. Diviyabû min ev hêla wan a sêber biparasta û zanibûya van perikan çawa bi kar bînim û ji wan behemên xweşik yên hunerî biafirînim.”
Malzemeyê hunerê Maynard ango perikên wî pirr zirav û tenik in lê ew dîsa jî di vî karî de şareza ye û dizane ka ji van perikan çi derxe.
Ew bi van perikan gelek fîgûrên cihê çêdike lê herî zêde jî bala wî li ser çûkan e. Maynard ji bo vê yekê dibêje, “Ez her tim çûkan û perikên wan dişopînim û çavdêriyan dikim. Her ku çûk difirrin û li asîmanan bilind dibin, hîseke kînestetîk bi min re çêdibe. Ez vê hîs û kelecena bi xwe re bi hunerê xwe cereke din ava dikim û ew bandorê li min dike.”
Li ser malpera Maynard pirtûkeke bi navê “Feathers, Form û Function” heye û wî di vê pirtûkê de behsa fonksîyon û sembolên çûkan kiriye û derbarê perikan de agahiyan dide.
NAVENDA NÛÇEYAN