Bi navê Sûriye tiştek namîne

Şemî 7 Îlon 2024 - 02:25

  • Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd diyar kir çareseriya wan a ji bo çareseriya krîza Sûriyê aşkere û xwedî pîvan e, bang li rejîma Şamê kir ku hekariyê bi wan hêzan re neke ku êrîşê tînin ser Rêveberiya Xweser û got heke tiştekî wiha bibe wê devereke bi navê Sûriyê nemîne.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd anî zimên Rêveberiya Xweser sala 2014’an hate ragihand piştre jî piştî ku hatine rizgarkirin rêvbeberiyên Efrîn, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê ji bo parastina xwe û xizmeta gel hatine avakirin, li gel ku Rêveberiya Xweser modeleke nû ya rêvebirinê jî bûye û li gel ku tecrûbeya gel ji vî alî ve kêm jî bû li pêşiya wê nebûye asteng. Swêd got,’’6'ê Îlona 2018'an de bi parastina xweseriya sîstema kantonê, di nava ahengî û karekî hevgirtî de biryar hate dayin ku Rêveberiyeke Xweser ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin. Wezîfeya xwe ya bingehîn jî ew bû ku 7 kanton bi hev re karibin bixebitin, hevpar bibin û karê xwe bikin. Her wiha ji xwe re kir armanc ku nêrînên siyasî yên gelan û daxwaza wan a ji bo avakirina Sûriyeyeke paşerojê bi cih bîne. ‘’

Bi rola pêşeng rabûye

Swêd bi berdewamî destnîşan kir bi Rêveberiya Xweser re cara pêşî bû ku gel û bawerî bi vîn û rengê xwe tevlî xwerêveberiyê bûne û li Sûriyê û Rojhilata Navîn bi rola pêşengiyê rabûye û ji alî çand, huner, xweparastinê û gelek mijarên dî ve gavên girîng avêtine.

Swêd anî zimên Rêveberiya Xweser xwedî stratejiyeke wiha ye ku hemû gelên Sûriyê di nav xwe de dihewîne, ji bo çareseriya krîza Sûriyê xwedî siyaseteke zelal û bi pîvan e û bi deklarasyona 18’ê Nîsana 2023’an ev hatiye nişandan.

Bi sê zimanan perwerdehî

Swêd rewşa beriya Rêveberiya Xweser destnîşan kir û got,’’Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek neteweyan ne karîbûn bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin ne jî binivîsînin. Niha bi sîstema perwerdeyê re her netewe xwedî wî mafî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Di serî de Kurdî, Erebî û Suryanî bi sê zimanan perwerdeyê dibînin. Ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê xwedî wî mafî ne ku perwerdeya bi zimanê dayikê bibîne.’’

Ji alî çand û hunerê ve pêşketin

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd diyar kir wê kêm bimîne ku Rêveberiya Xweser tenê ji aliyê siyasî û leşkerî ve were nirxandin, ji alî çand û hunerê ve jî gavên girîng hatine avêtin, rola hunermendan desntîşan kir û got di vê mijarê de xwedî roleke girîng in, hunermendên ji netew û baweriyên cuda li hev kom bûne.

Swêd anî zimên divê her kes vê projeya ku bi ked û berdêlên giran hatiye avakirin biparêze, ji bo mayindekirina wê bi Hevpeymana Civakî kar û xebat didomin û armanca wan a sereke ew e ku modêla Rêveberiya Xweser li Sûriyê û bi giştî xweş bidin naskirin.

Divê Şam hevkariyê bi êrîşkaran re neke

Swêd diyar kir çareseriya wan a ji bo krîza Sûriyê diyar e û got,’’Hewldana me ya komkirina gelên Sûriyeyê her tim wê dewam bike. Parastina xaka xwe, misogerkirina yekparebûna xaka Sûriyeyê, hevgirtina gelên Sûriyeyê û diyaloga Sûriye-Sûriyeyê ji bo me stratejîk e. Li ser vê bingehê jî em ê karên xwe dewam bikin. Eger hikumeta Şamê destê xwe bide destê hin derdorên ku êrîşî Rêveberiya Xweser dike û tevlî van êrîşan bibe, hingî ev yek wê careke din bandoreke neyînî li rewşa Sûriyeyê bike, wê bibe sedema tevlîheviya li Sûriyeyê û bi navê Sûriyeyê tiştek nemîne. Ji bo rewşeke bi vî rengî rû nede, ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê me heta niha çi kiribin heman hewldanên me wê dewam bikin. Her wiha armanca me ya bingehîn e ku bi rengê herî baş xizmetê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bikin, ji ber ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêjayî xizmeta herî baş e.

ANF/NUJIYAN ADAR/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.