Şande li hev civiyan
Sêşem 3 Hezîran 2025 - 03:30
Li paytexta Şamê şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya desthilata Şamê li hev civiyan. Ev civîn di çarçoveya şopandina pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê ya navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri hatiye îmzekirin de, pêk hat.
Piştî nîqaşkirina gelek mijarên girîng, daxuyaniyek hevbeş li ser wan xalên lihevkirî û destnîşankirina civîneke din di zûtirîn dem de hat dayîn. Naveroka daxuyaniya hevbeş wiha ye:’’Di çarçoveya hewldanên ji bo pêşxistina lihevkirin û pêkanîna rêketinên hatine îmzekirin de, di navbera şandeya nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Navendî ya ji bo temamkirina peymana bi QSD’ê re, di hewayek erênî û avaker de civîna yekem hat lidarxistin. Her du şandeyan li ser gelek mijarên xwedî girîngiya hevbeş nîqaş kirin û li ser van xalan lihevkirin hate kirin:
* Avakirina komîteyên şaxî yên taybet ji bo şopandina pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê hikûmeta veguhêz Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin.
* Hewldana çareserkirina pirsgirêkên mayî yên têkildarî azmûnan û navendên azmûnan, misogerkirina mafên xwendekaran û aştiya pêvajoya perwerdehiyê.
* Gotûbêjkirina mekanîzmayên ji bo hêsankirina vegera koçberan li herêmên xwe û xebitîna li ser rakirina astengiyên ku rê li ber vê vegerê digirin.
* Jinûve aktîvkirina dosyaya taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê, û hewla çareserkirian wê bê dayîn, ku dikeve xizmetî îstîqrar û aştiya civakî.
Her du aliyan diyar kir ku ew pabendî diyaloga avaker û hevkariya berdewam in, ku ev yek dikeve xizmeta yekitiya Sûriye û serweriya wê û hêviyên gelê Sûriyeyê yên ewlehî û îstîqrarê pêk tîne. Her wiha li ser destnîşankirina civîneke din di nêztirîn dem de lihevkirin hate kirin, ku nîqaşê temam bikin û pêkanîna rêkeftinan bişopînin.
ANHA