Bi Muay Tai hêza jinan nîşan didin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 12 Gulan 2023 - 15:00

Huner û spora parastinê ya Muay Tai yan jî ‘boksa Tay’ niha wekî werzîşa neteweyî ya Taylandê tê zanîn, hunerekî şerî ye ku çavkaniya xwe ji şerê leşkerî girtiye û dîroka wê digihê sedsala 13’an ango dema Qral Sokotai.

Barîn Dilşad 14 salî ye, ev 4 sal in li ser hunerê parastinê yê Muay Tai perwerde dibe. Ev bû 2 sal jî hînî Kîk Boksê dibe. Barîn û du xwişkên wê yên jê piçûktir, endamên Yekîtiya Muay Tai ya Iraqê Şaxê Silêmaniyê ne. Ew li Germiyanê û Kurdistanê beşdarî gelek turnuwayan bûne û pileyên baş bi dest xistine.

Barîn Dilşad derbarê perwerdeyê de got: “Niha em amadekariyê ji bo şampiyoniya cîhanê dikin da ku îsbat bikin gelê Kurd xwedî jinên jêhatî ye. Bavê me gelek piştgiriya me dike.”

Xewna min pêk hat

Dilşad Kerîm bavê Barîn e. Ew pêşî sporvanekî Muay Tai bû. Niha antronor e. Ew beşdarî gelek turnuwayan bûye û pileyên baş bi dest xistine. Dilşad niha antronorê Muay Tai ê her sê keçên xwe ye.

Dilşad Kerîm da zanîn ku ew endamê Yekîtiya Muay Tai ya Iraqê Şaxê Silêmaniyê ye û armanca wan e ku ji bo bajêr û welatên wan di asta cîhanê de encamên baş bi dest bixin: “Dê û bavên ku dixwazin zarokên xwe bişînin lîstikê hene, bi taybetî jî keçên xwe, rahênerên me yên jin ên baş li vê salonê hene ku pisporiya wan a fêrkirinê pirr baş e. Li gel hewldanên fêrbûnê, astengî jî hene. Hinek malbat ji ber serdestiya kevneşopiyan û tirsa gotinên xelkê û kesûkaran, rê nadin keçên wan ji bo vê lîstîkê werin vir. Hinek deman ne tenê ji bo keçan ji bo xortan jî astengî tên derxistin.”

Pêşiyê li zarokan negirin

Dilşad di dawiya axaftina xwe de got, nabe ku berjewendiyên zarokekî werin sînordarkirin û destûr neyê dayîn ku van berjewendiyan bi pêş bixe, berevajiyê wê, divê derfet ji wan re werin avakirin da ku bikarin xewn û armancên xwe pêk bînin.

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.