Bi mozaîkan derman dike

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 26 Gulan 2021 - 06:41

  • Ememem ji bo emeliyatên xwe malzemeyên seramîk, darî û qîrê bi kar tîne. Ew derzên li ser peyarêyan û kortên li ser kolanan, bi wan dadigire. Birînên li kolanan vebûne bi mozaîkên rengîn derman dike.

XASÊ CÛNÊ

 

Ez bawer dikim em hemî rastî wan dîmenên ku xweşikiya kolanên bajêr xera dikin, hatine. Xasma jî kar û barên ku xebatkarên şaredariyan li kolanan bi rê ve dibin. Her tim bi xerakirina tiştekî re mijûl in û zaf caran van xebatên xwe bi dawî nakin û nabin serî. Xebatkarên şaredariyê pirrî caran piştî ku li kolanan dixebitin li dû xwe karên nîvco dihêlin. Carinan dibe ku çalek yan jî kortek be, carinanan dibe ku derzek be û carinan jî dibe ku rêyeke ne asfaltkirî yan jî qîrkirî be. Carinan jî dibe ku ji ber baranê yan jî bi awayekî xwezayî li kolanan kortik û koncal vebin. Lê gelek caran ji ber van xebatên nîvco yan jî çal û kortan mirov nikare li ser peyarêyan bimeşe û ev karên nîvco wek dîmenên ne xweşik tim li ber çavên me ne û ti carî ji ber çavên me naçin. 

Cerrahê peyarêyan

Hunermend Ememem ku ew tim li kolanan kar dike, van karên nîvco wek “birînan” bi nav dike û bi emeliyatên piçûk van birînan derman dike. Jixwe, Ememem li bajarê Lyonê wek “Cerrahê peyarêyan” jî tê naskirin. Ememem bi mozaîkên rengo rengo birînên peyarêyan baş dike û kolanan bi operasyonên xwe yên piçûk xweşiktir dike. Wî ev kar ji xwe re kiriye armanc û nihêrîna me ya li peyarêyan diguherîne. Bi xebatên wî kolan bedewtir dibin û meşa li ser peyarêyan jî baştir û xweştir dibe.

Birînên kolanan dipêçe

Ememem ji teknîka xwe re dibêje “flacking” û ev nav ji peyva “Flaque” ya bi Fransî tê û maneya wê “korta avê” ye. Ememem ji bo karên xwe ango emeliyatên xwe malzemeyên seramîk, darî û qîrê bi kar tîne. Ew derzên li ser peyarêyan û kortên ku li ser kolanan, bi van malzemeyan dadigire û di dawiyê de dîmenên xweşik diafirîne. Karên xwe vediguherîne çalakiyên hunerî û birînên li kolanan vebûne bi mozaîkên rengîn derman dike. Ememem wek cerahekî dixebite û her tim emeliyatan dike ji bo kolanên bajêr bedewtir bike bi çalakiyên xwe yên hunerî.

Sembolên karakterîstîk ên li bajarên Ewrûpa

Xebatên Ememem êdî dibin perçeyekî bajêr û li kolanan deng vedane. Xasma jî kortên kolanên Lyonê bi mozaîkên wî hatine guhertin û mozaîkên Ememem bûne sembolên karakterîstîk yên kolanan. Tenê ne li Lyonê her wiha li Parîs, Madrîd, Barcelona, Mîlano û gelek bajarên din ên Ewrûpayê mirov dikare rastî mozaîkên Ememem were, ji ber ku ew li gelek bajaran digere û van birînan derman dike. Kort û koncalên ku li ser rêyan û peyarêyan hatine vekirin yan jî derzên li ser rêyan û dîwaran bi mozaîkên xwe pîne dike û rengekî cihê li kolanan dike.  

Helbestvanê peyarêyan

Ememem ji bo hunerê xwe yê mozaîkê yê li kolanan, dibêje, “Ez tenê helbestvanê peyarêyan im, ez zarê qîr û ziftê me.” Ememem wiha dewam dike, “Ev kevirên ku ji ber peyarêyan pekiyane, parçeyek ji çîroka bajêr in, gava kamyonek bi barên giran li ser qîr û ziftê diçe li dû xwe kort û koncalan dihêle. Ev jî dibin flaque ango kortên avê.”

Ememem niha li ser projeyeke ku Société du Grand Paris fînanse dike, dixebite û niha şantiya metroya “Grand Paris Express” paqij dike. Xebatên wî heta 31’ê Tebaxê dê li vir bê pere werin nîşandan. Her wiha mirov dikarin di 2´yê Hezîranê de li Lyonê li “Spraying Board” berê xwe bidin pêşangeha wî. Di 8’ê Hezîranê de jî li Parîsê li “La Galerie Italienne” xebatên wî dê di nav pêşangeheke komî de werin nîşandan. 

Ji bo xebatên Ememem mirov dikarin berê xwe bidin malper û hesabê wî yê Instagramê jî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.