Bi ‘Kurmê Darê’ behsa sîxuran dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 18 Cotmeh 2022 - 03:08

SILAVA EBDUREHMAN/ANHA/QAMIŞLO

 

Dagirkeriya Tirk hin Kurdan dixapîne, ji bo sîxurtiyê jê re bikin û destketiyên Rêveberiya Xweser têk bibin, pere dide sîxuran. Nexasim jî ciwanên Kurd dixapîne ji bo ku kesayetên navdar ên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin hedef. Li beramberî van hewldanên dewleta Tirk, filma “Kurmê Darê” dixwaze civakê hişyar bike.

Koma şehîd Osman (Bavê Teyar berê) ya Navenda Çand û Huner a Serdemê ya Hêzên Xweparastinê ya Herêma Cizîrê amadekariyên nîşandana filma “Kurmê Darê” dike. Di filmê de Cuma Mihemed (Bavê Teyar), Îsa Oso, Hecar Remo, Bêrîvan Oso, Zeyneb Xeyrudîn, Asim Sîno, zarok; Cûdî û Nobel Lewand cihê xwe digirin.

Filma “Kurmê Darê” di mehekê de hatiye girtin. Senaryoya wê Behcet Lewend nivîsandiye û derhêneriya wê jî Mihdî Îsa kiriye.

Cuma Mihemed derbarê filma “Kurmê Darê” de got, “Em bêhtir tiştên ku li herêma me diqewimin, tînin ziman. Ji ber ku em hinekî ji aliyê gel ve tên şopandin û bi deng in, pêwîst bû ku em filmeke wiha amade bikin ji ber ku gelek xayîn, ajan û sîxur li herêmê, vê dawiyê zêde bûne. Tişta herî zêde ku me dixwest em balê bibin ser, hin partiyên siyasî yên îdîa dikin ku ew ji bo doza Kurdan û berjewendiya gel dixebitin hene. Li aliyekî din xayin û sîxurên ku bûne sedema şehadeta fermandarên leşkerî û sivîlan jî eşkere bikin. Her wiha me dixwest ku gel rastiya xayinan, karê wan û ji kê fermanên xwe digirin, nas bike.”

 

‘Hin hêz alîkariya dewleta Tirk dikin’

Cuma Mihemed got, armanca filmê ew e ku kesên alîkariya dewleta Tirk dikin, hişyar bikin, ji ber ku dijminê bav û kalan nabe dostê zarokên wan: “Di dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê de gelek hêzên Kurd hevkariya dewleta Tirk kirin. Îro jî ev kes li van kirinên xwe mikur tên. Lê di dawiyê de dewleta Tirk wan li Efrînê nahewîne, li wan xwedî dernakeve û piştî karê wan bi wan sîxuran diqede, wan bi tenê dihêlin.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.