- Kamber Ateş ji bo dayika xwe: Qîmet dida zimanê xwe, derdora xwe û axa xwe. Min qet nedît bi Tirkî xeber da. Li malê ewqas kesan bi Tirkî xeber dida, lê rojekê jî peyveke bi Tirkî ji deva derneket.
BÊRÎVAN ALTAN / MA/ENQERE
Kamber Ateş tu çawa yî? Îpek Elmas ev pirs bi Tirkî ji kurê xwe yê di hepsê de dikir. Heta ku ew 11´ê Sibata îsal çû heq jî, ew ji bilî Kurdî bi ti zimanên din nepeyivî.
Di dema darbeya eskerî ya 12´ê Îlonê de leşkerên Tirk ên dagirker kurê Îpek Elmasê, Kamber Ateş girtibûn. Ji ber ku di hevdîtina bi hepsiyan re tenê destûra axaftina bi Tirkî dihat dayîn. Îpek Elmasê xwe hînî hevokeke bi Tirkî kiribû: Kamber Ateş tu çawa yî? (Kamber Ateş nasilsin?). Di 11’ê Sibatê de piştî ku çû heq, cenazeyê wê welatê wê, li navçeya Sêwazê Macîran hat definkirin.
Îpek Elmas sala 1936’an li gundê Macîran ê bi navê Derekoyê hatiye dinê. Dê û bavê wê hîna ew 9 salî mirine û ew 18 salî bi pismamê wê Huseyîn Ateş re hatiye zewicandin. Jê re 2 zarok çêbûne; Melek û Kamber.
Hevjînê wê Huseyîn Ateş piştî ku ji eskeriyê hatiye, ji bo kar çûye bajêr û hew vegeriyaye. Îpekê jî bi tena serê xwe li zarokên xwe mêze kiriye.
Tenê û tenê Kurdî
Îpek Elmas, her bi Kurdî jiya. Gava piştî derbeya eskerî ya 1980’yî kurê wê Kamber Ateş tê girtin, ji bo wî bibîne diçe hepsê. Lê ji ber ku li hepsê ji xeynî Tirkî axaftina bi zimanên din qedexe bûye, tenê karibûye ji kurê xwe re bibêje “Kamber Ateş nasilsin?” (Kamber Ateş tu çawa yî?) Kurê wê 11 salan di hepsê de ma. Wê xwe hînî Tirkî ne kir û heta sax bû jî ji xeynî Kurdî û Kurmancî, bi zimanekî din neaxivî.
Em bi kurê wê, Kamber Ateş re axivîn.
Zilma hepsa eskerî
Kamber Ateş dibêje, ji bo xwendinê ew çûye Enqerê, û ji bo bibe mamosteyê lîseyê çûye Zanîngeha Gazîyê. Gava ku bûyerên di Gulan û Tîrmeha 1980’yî de li Çorûmê qewimîne, protesto dikirin, polêsên Tirk ew kirine nezaretê û paşê ew xistine Girtîgeha Mamakê ya Eskerî.
Piştre 11 sal û 5 meh ceza lê tê birrîn: “Ew bibîranîna di navbera min û dêya min de, dibe ku yan sala 81´ê yan jî 82’yan be. Hingê terora li Girtîgeha Mamakê ya Eskerî gur bûbû. Beriya hevdîtinê bi nîv saetê, em ji qawîşan derdixistin û em di bend û barîkatên cûr bi cûr re derbas dikirin û li me dixistin. Heya tu diçûyî cem serdêran, têra me li me dixistin. Hevdîtin jî tenê 5 deqîqe bû. Axaftina ji xeynî Tirkî, îşaretên bi çav, dest û milan, nihêrîna li çep û rastê qedexe bû. Ji ber ku em girtiyên polîtîk bûn, min ji hevalê li cem xwe re got, dêya min dê bê. Car hebû girtiyan digot, xwezî malbata me nehatana. Tenê ji bo ku tiştên bihatana serê wan nebînin. Li hemberî malbatan û girtiyan zilmek hebû.”
3 caran Kamber Ateş nasilsin!
Dayika Kamber Ateş bi Tirkî nedizanî. Ateş wê hevdîtinê wiha bi bîr tîne: “Dêya min jî ez matmayî hiştim. Malbatên li derve jî alîkariya wê kirine. Jê re gotine tu bi tirkî nizanî, lê tu navê kurê xwe dizanî û tu yê ´Nasilsin?´ (Çawa yî?) pê ve bikî. Jixwe yê me pirr tahde li me dikirin, lê gava tahde li malbatên me bihatana kirin em pirr diêşiyan. Bi alîkariya serdêran, tiştek wisa çêbû. Gava dêya min got, ´Kamber Ateş nasilsin?´ Wê kêliyê min ji xwe re got, qey hînî tirkî bûye. Min got, ez baş im û min bi xwişka xwe re sohbet kir. Dêya min careke din ket navberê û pirsî, ´Kamber Ateş nasilsin?´ Gava cara sisêyan got, min fêm kir hînî Tirkî nebûye.”
Piştî wê, darbekaran xwest nîşan bide ku li hepsa Mamakê êşkence nîne: “Di rojnameya Cumhûriyetê de nûçeya wê hatibû çêkirin. Wê çaxê tenê ji bo bibêjin, êşkence tine ye, hevdîtinên vekirî çêkirin. Li wir hebikekî bi Kurdî axivî. Qelebalixî hebû. Xwestin nîşanî Ewrûpayê bidin ku li Mamakê êşkence tine ye.”
Qet bi Tirkî neaxivî
Kamber Ateş dibêje, dayika wê bêhtir bi pêjn û hisên xwe hereket dike û dema Ocalan bi komployeke navneteweyî hatiye girtin, jî wê bi pêjnan tê derxistiye tiştek qewimiye: “Dêya min ji nişka ve bi destê min girt û ez birim ber televîzyonê. Di televîzyonê de dîmenên Abdullah Ocalan ên dema ew ji balafirê dadixistin, derketibûn. Lê nas nake, nizane. Ji tirkî fêm nedikir. Got, ‘Ma ev ne zilamê me ye?’ Bi hisên xwe ev pirs kir. Ez matmayî mam. Fêm dike tiştekî pirr cidî qewimiye, lê nizane çi ye. Hisên wê ew anîn cem min û bi wan hisan ez birim wir.”
Kurê wê Kamber Ateş, ji bo helwêsta dêya xwe ya axaftina Kurdî dibêje, “Gava dêya min dihat cem me Enqereyê û gava me ew dibir nexweşxaneyê, ji ber ziman bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ma. Nikaribû nexweşiyên xwe baş bîne zimên. Qet hînî Tirkî nebû. Qîmet dida zimanê xwe, derdora xwe û axa xwe. Min qet nedît bi Tirkî xeber da. Li malê ewqas kesan bi Tirkî xeber dida, lê rojekê jî peyveke bi Tirkî ji deva derneket.”