Bi Kurdî destek da raperînê

Nûçeyên Çand/Huner

În 11 Mijdar 2022 - 05:18

  • Aktrîsta Îranê ya ne Kurd Terane Elîdûstî bi wêneyekî xwe yê bêhîcab û bi Kurdî destek da raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê. 

Ji aktrîstên herî navdar ên Îranî Terane Elîdûstî (Taraneh Alidoosti) jî destek da raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê ya li dijî rejîma heyî ya desthilatdar. Wê li ser hesabê xwe yê Instagramê wêneyekî xwe yê serê xwe nenixumandî par ve kir û di destê wê de jî rûpelekî li serê nivîsanî “Jin jiyan azadî” parve kir. Terane Elîdûstî bi xwe ne Kurd e, lê ji ber ku rêz ji slogana sereke ya raperînê ya bi Kurdî re digire, wê “Jin jiyan azadî” bi Kurdî bi tîpên Erebî nivîsandiye. 

 

Rêz ji çavkaniya raperînê re girt

Terane Elîdûstî bi rola xwe ya di filma Froşande (Firoşker) de sala 2017´an ew li dinyayê jî hatibû nasîn, lewma filmê Xelateke Akademiyê (Oscar) wergirtibû. Li Cannesê jî paşê wê dinyaya sînemayê Terane Elîdûstî nas bikira. Wê li ser hesabê xwe yê Instagramê, ne tenê bi parvekirina wêneyekî xwe yê bê hîcab bi wêrekî destek da xwepêşandanê, wê di heman demê de nîşan da ku ew ji biryara parlamena Îranê ya ji bo tepeserkirina xwepêşandanan jî natirse; lewma bi slogana bi Kurdî “Jin jiyan azadî” wê yekser destek da xwepêşandanan û daxwazên raperînê. Lewma raperînê piştî şehîdkirina Jîna Amînî, 16´ê Îlona bihurî li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Seqizê dest pê kiribû û slogana ku bû nasnameya raperînê, “Jin jiyan azadî” jî li seranserê Îranê li her meydanê bi Kurdî û zimanên din hat gotin.  

 

Bi helbestê got raperîn bi dawî nabe

Terane Elîdûstî bi xwe ne Kurd e û bi vê slogana bi Kurdî bal dibire ser serkaniya raperînê. Wê desteka xwe ya ji bo raperînê bi helbestekê jî nîşan da: 

Nebûna we ya dawî

koçberiya çivîkên dixwirin

ne dawiya vê raperînê ye.

 

Bûn 5 aktrîstên navdar

Heta niha ji bilî Terane Elîdûstiyê 4 aktrîstên din ên navdar ên Îranê wêneyên xwe yên bêhîcab weşandin û destek dan xwepêşandanan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.