Bi klîpeke animasyonî helbesta ‘Hey Dîrok’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Hezîran 2025 - 03:00

FIRAZ BARAN / ANF / KOLN

Alî Haydar Kaytan beriya sala 1980'yî bi hevrêyê xwe Hamîlî Yildirim 6 mehan li zindana dagirkeran tê girtin. Li zindanê helbesta bi navê 'Dîrok' nivîsand. Malbata Kaytan helbest ji bo xebatên çand û hunerî şand Ewropayê. Şivan Perwer sala 1981'ê kasetek derxist û helbest xwend.

Sal dibe 1986 û Weşanxaneya Serxwebûnê pirtûka bi navê "Diyarbekir/Seçme Şiirler 1" çap dike. Di vê pirtûkê de jî helbest tê weşandin (Rûpela 181). Helbesta "Dîrok" bi rêya kaset û pirtûkê di nav gel de belav dibe û tê naskirin û hezkirin. Salên 80 û 90'î di bîranîn, şev û çalakiyên şoreşa Kurdistanê de dibe helbesta ku herî zêde tê xwendin.

Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ji pêşengên şoreşa Kurdistanê û avakarên PKKê ne. PKK piştî kongreya 12. şehîdbûna Kaytan û Altûn ragihand.

Ev agahî li raya giştî ya Kurdistanê tesîrek mezin çêkir. Kurdistaniyan li welat û derveyî welat hefteyekê şîna şehîdan girtin û bîranînan lidar xistin.

Em dikarin ji bo şehîdan çi bikin?

Hunermendên Kurd Hekîm Sefkan, Murat Yapıştıran û Çekdar Farqîn li bajarê Koln ê Almanyayê dimînin. Her sê hunermend jî wek her dilsozên şoreşê ji şehîdbûna Kaytan û Altûn tesîr dibin. Tevlî bîranînan dibin û li wir bi hev re diaxivin, "Gelo em dikarin ji bo şehîdan çi bikin?" Hekîm Sefkan gotiye: "Hevalê Fûat (Alî Haydar Kaytan) ne tenê fîlozofê şoreşê ye, helbestvane jî. Em dikarin helbestên hevalê Fûat li studyoyê bixwînin û bi klîban bixemlînin." Destpêkê ji bo helbesta "Dîrok"ê biryarê digirin û destpê dikin.

Berê Hekîm Sefkan helbestê dixwîne. Piştre Çekdar Farpîn senaryo dinivîse. Mûrat Yapiştiran ji helbestê qeyd dike û piştî ku senaryoyê dixwîne dikeve studyoyê, du muzîkan amade dike. Her sê heval ji wan yekî hilbijêrin û di klîbê de ew muzîk cih girtiye. Dengê helbestê û muzîka tê ber destê Çekdar Farqîn û ew jî piştî xebatek dûr û dirêj klîba anîmasyonê amade dike.

Klîba bi navê "Hey Dîrok" doh li televîzyona Med Muzîkê û malpera Youtubê a bi navê Med Hunerê ket weşanê. Lînka klîba ev e:

https://youtu.be/BAfutYGvEj8?si=kuLUgIeEIDbzBEJa

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.