Bi kilaman aram dibe

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Tîrmeh 2021 - 03:03

DENÎZ ÎKE
ANF/WAN

Dengbêj Yusufê Celalî (62) bi kilamên xwe çanda dengbêjiyê zindî dihêle. Ew li gundê Alotê yê Îdirê sala 1959’an hatiye dinê. Ji 8 saliya xwe ve bi rengekî bê navber kilaman dibêje. Dengbêj Yusufê Celalî ev demeke dirêj e ji Îdirê koçî Wanê kiriye. Yusufê Celalî hê zarok bû, li dîwana dengbêjan hazir bûye û timî guh daye kilaman. Ew wiha behsa girîngiya çanda dengbêjiyê dike: “Dengbêjên Kurd ên nemir bi awaz û kilamên xwe çanda kurdewar heta roja îro anîne. Dengbêjên Kurd hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî ji civaka Kurd re gotine û dîroka Kurdî zindî hiştine. Mirov dikare bêje dengbêjî hîmê çanda Kurdan e.” 

Dengbêjî deryayeke bê sînor e

Dengbêj Yusufê Celalî dengbêjiyê dişibîne behrê û dibêje: “Tu çi qasî bistrê jî naqedin, weke deryayê bê sînor e. Gava distrêm aram dibim. Kêliyekê be jî derd û xemên xwe ji bîr dikim. Kilamên evîniyê, mirin, koçberî, lehengî, wêrekî, keserî û xemgîniyê dibêjin.”

Yusuf Celalî li pêşiya belavbûna dengbêjiyê teknolojiyê weke astengiya mezin dibîne: “Dengbêjî, çanda zimanê Kurdî ye. Heger berê teknolojiya niha hebûna, ê dengê dengbêjên berê li seranserê cîhanê belav bibûna. Divê em dev ji vî zimanî û dengbêjiyê bernedin. Her ku diçe çanda dengbêjiyê winda dibe. Binêre li saziyên me yên çandê kursên tembûr, gîtar, erbane, keman û hwd hene, lê ti kursa dengbêjiyê tine. Çima? Ji ber ku di dengbêjiyê de pere tineye. Eger pereyek di dengbêjiyê de hebûya û çiqas zehmet bûya wê gelek kesan ev huner bikira. Divê di her saziya çandê de kursên dengbêjiyê bên vekirin û li ser dîroka dengbêjiyê ders bê dayîn.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.