EYLEM AKDAG/MA/AMED

 

Mûhîttîn Akbey, ev bû 53 sal in kasetfiroşiyê dike. Akbey bi 40 hezar kasetên li cem xwe hem bîrê hem jî dîrokê diparêze. Ji dikana wî ya 20 metrekare ya li navçeya Sûrê ya Amedê, dengê Karapêtê Xaço, Eyşe Şan, Şakiro û gelek dengbêj û hunermendan olan dide û bala welatiyên li kuçe û kolanan dikişîne ser xwe. 

Akbey da zanîn ku malbata wî ji salên 1970'yî ve vî karî dike û got, di zarokatiyê de bala wî çûye ser vî karî û ji 7 saliya xwe ve bi vê çandê mezin bûye. Akbey got, di arşîva wî de 40 hezar kaset hene: "Berê plakên 45 û 33 hebûn. Paşê teybên makara derketin û bi dû re jî kasetên klasîk derketin. Kasetfiroşî piştî 1980'yî belav bû. Kasetên hemû hunermendan hene. Mesela hunermend hene 20 kaset çêkirine. Her 20 kaset jî li cem min in. Em dixwazin ku nifşên nû bên vir bibînin.”

 

Armanc parastina bîra çandî ye

Akbey destnîşan kir ku armanca wî ne firotin e, parastina bîra çandî ye û got, "Em ji bo siberojê, ji bo ciwanên xwe xizmetê dikin. Wekî berê kes nakire, lê ez niha li vir tenê xizmeteke çandî dikim. Tenê bila ciwan werin li vir wêneyan bigirin, vir bibînin û dest bidin kasetan. Hin mirovên ji bo betlaneyê tên bajêr, tên vir jî, kesên bala wan li ser rabuhiriyê ye bêhtir tên. Ev kaset, hin kesan ber bi salên 70'yî ve dibe û hin kesan jî ber bi salên 80-90'î ve dibe. Hin kes dibêjin, zarokatiya me hat bîra me. Di vî warî de çi ji destê me tê, em dikin. Hin kes jî tenê ji bo guhdarîkirinê tên. Ez jî teybê vedikim û bi wan didim guhdarîkirin." 

 

Kasetên qedexe yên di embaran de

Akbey da zanîn ku li cem wî gelek kasetên Kurdî jî hene. Lê wî nekarîbûye gelek kasetan jî biparêze, û ev kaset xera bûne. Nexasim jî kasetên qedexe yên ku di embaran de veşartine. Akbey da zanîn ku berhemên Kurdî yên salên 1915'an ku bi plakên 45 hatine tomarkirin li cem wî hene û dewam kir: "Li cem min gelek kasetên Kurdî hene. Erebî, Kurmancî, Zazakî ferq nake, bi hemû zimanan kaset hene. Huner, huner e. Bi kîjan zimanî dibe bila bibe, hemû ziman dewlemend in. Kurdî berê qedexe bû. Piştî salên 2000'î serbest bû, em jî hinekî rehet bûn. Me êdî bi rehetî difirot. Berê me nikaribû ên bi Kurdî bifiroşin. Tê bîra min, di salên 1970’yî de kasetên Kurdî hebûn. Lê Hesen Cizrawî, Eyşe Şan, Mahmût Kizil wê demê qedexe bûn. Ji ber di dema Kenan Evren de qedexe hebû, me embarek çêkiribû ji xwe re û me ew di embarê de vedişartin. Lê ew kaset li wir xera bûn. Ew çand hemû mir. Me hew karibû wan berhev bikin. Hemû talan bûn. Niha ji bo heman tişt çênebe, em wan diparêzin. Em ên winda jî berhev dikin."  

Akbey herî dawî bal bire ser serdema teknolojiyê û çanda popûler û got, "Kasetfiroşî nema, lê em li ber xwe didin. Em naxwazin mirov kasetan ji bîr bikin."