Li herêma Hewraman a Herêma Kurdistanê ji ber sedema karkirina li kanên keviran, metirsî li ser jîngeha çend gundên Hewramanê çêbûye. Ev kanên keviran bûne sedema nerazîbûna welatiyan.
Li deverên Dereyî Mer, Serget û Haney Din ên Hewramanê, kanên kevir li ser jîngeha herêmê metirsiyeke mezin çêkirine. Gelek cûrên giya û daran tên wêrankirin. Xelkê gundên herêmê û jîngehparêz jî banga bi lezgîn a parastina jîngehê û rawestandina wan kanên kevir dikin. Ew van kanên kevir li ser jîngehê weke metirsiyeke mezin dibînin.
Li cihê kanên kevir dar nemane. Darberûyên pîr ji kokê hatine rakirin. Ji ber rakirina daran metirsiya heziyana erdê û aşûtê jî zêde dibe.
Ji xelkê gundê Serget, Endezyar Zeynedîn Sahîb dibêje, “Ew darberûyên li cihê kanên kevir, yan ji kokê ve hatine rakirin, yan jî ziyan gihîştine wan. Îhtimala hişkbûna wan zêdetir e ji mayîna wan. Temenê hinek ji wan daran 60 sal e.”
Berdevkê Saziya Jîngeha Silêmaniyê Subxan Hisên got, “Li gorî qanûna jîngehê, daristinan û li gorî tedbîran nabe kanên kevir li nêzî daristanên xwezayî bin û divê kîlometreyekê ji wan dûr bin.”
Rêveberê bajarokê Biyare, Hekîm Baran jî got, ew ê dozê bibin ber dadgehê.
ROJNEWS/HELEBCE