Bi îşaretan serpêhatiya Kamber Ateş

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 29 Îlon 2022 - 06:25

  • Dema bîner tên li hember tabloyê disekinin, dikarin metna li ser tabloyê bixwînin û di heman demê de jî bi riya telefonê koda bi çarçik bitikînin û herin ser malpera înternetê jî û serpêhatiyê bixwînin yan jî lê temaşe bikin. Hûn dikarin vê xebata min weke derseke dîrokê bibînin. Dixwazim her kes hay ji vê serpêhatiya Kamber Ateş hebe û meseleyê bîr bibe.

ARDÎN DÎREN

 

Hefteya bihurî li Stenbolê Contemporary Istanbul (CI) hate lidarxistin. Contemporary li Tirkiyeyê hema bêje fuara huner a herî xurt û mezin e. Her sal tê lidarxistin. Îsal jî cara 17’an hat lidarxistin û ji dinyayê jî gelek hunermend bi xebatên balkêş tevlî bienalê bûn. Lê di binela îsal de xebateke pirr taybet û bi qîmet hebû. Wênegirê Çerkez Burhan Kum bi xebata xwe ya “Kamber Ateş çawa yî?” xwest bala bîneran bibe ser serpêhatiya Kamber Ateş û diya wî Îpek Ateş. Sala 1980’yî de diya Kamber Ateş, Îpek Ateş çûbû serdana kurê xwe yê ku li Enqerê di hepsê de ragirtîbû. Weke niha wî çaxî jî Kurdî qedexe bû û diya wî ji bo hevdîtinê tenê peyveke bi Tirkî fêr bûbû; “Kamber ateş tu çawa yî?”. Hevdîtin bi vî awayî bi dawî bûbû. Burhan Kum vê serpêhatiya wan bi şêwazeke balkêş şirove dike û bi vê xebata xwe pirseke wiha dike ji bîneran; “Kamber Ateş çawa ye?”. Wî bi vê xebata xwe kir ku gelek kes bi serpêhatiya Kamber Ateş û diya wî Îpek Ateş zanibin.

Burhan Kum niha li Antalyayê dimîne, lê beriya ku ew li Antalyayê bi cih bibe, li derveyî welat dima. Wî li Holandayê, li Akademiya Don Bosch ya Meliktiyê di beşa Hunerên Bedew de xwendiye. Weke gelek kesan, sala 1980’yî derketiye derveyî welat û heta sala 1996’an jî li wir maye. Beriya biçe Holanda li Zanîngeha ÎTU ya Stenbolê di beşa Elektrîkê de dixwîne. Rojekê ji Holanda merivekî Kurd tê serdana wan û jê re dibêje, “Tu li vir çi dikî? Heger tu bixwazî ez dikarim bi qaçaxî te bibim derveyî welat. Heta niha me gelek kes birine û kesên cezayê wan hebûne, me ew ji vir xelas kirine.” Burhan Kum tevî ku cezayekî wî tine jî biryarê dide ku here derveyî welat. Bi vî awayî Kurdan jî nas dike û bi saya Kurdekî sala 1982’yan di ser Elmanyayê re diçe Holandayê û li wir dest bi xwendina huner dike.

‘Pirsgirêka zimanê dayikê girîng dibînim’

Ji bo vê xebata wî gelek kesan jê pirsiye û gotiye, “Ma tu Kurd î?”. Burhan Kum jî dibêje, “Ez ne Kurd im, lê derbarê ziman de hin tiştên ku ez jî jê ne razî me hene” û wiha dewam dike, “Ez yek ji koçberên Qefqasyayê me, yanî malbata min Çerkez e. Diya min qet bi Tirkî nizanîbû, heya mir jî peyveke tenê jî bi Tirkî fêr nebû. Ji me re jî gotin, hûn ê fêrî Tirkî bibin û bi Tirkî biaxivin. Zimanê min yê zikmakî Çerkezî ye lê ez niha tenê bi çend peyvan dizanim. Ji ber van sedeman, ez meseleya zimanê dayikê girîing dibînim û li ser disekinim.”

‘Zimanê Kurdî bû kul di dilê min de’

Burhan Kum derbarê dîroka Kurdan de gelek tişt xwendine û li derveyî welat jî bi wan re maye. Dema ew vedigere Antalyayê hewl dide ku fêrî Kurdî jî bibe û ji bo vê yekê xwe li kursên Kurdî-Derê jî qeyd dike. Lê ji ber ku sazî tê girtin, perwerdeya wî ya Kurdî nîvco dimîne. Burhan Kum vê rewşê jî wiha tîne ziman; “Divê em hay ji neteweyên ku em bi wan re dijîn, hebin û karibin fêrî zimanê wan bibin. Bi vê mebestê ez çûm kursa zimanê Kurdî. Mînak nivîsakarekî Holandî heye, bi navê Erik-Jan Zurcher, camêr dema derbarê Tirkiyeyê de lêkolînan dike, xwe fêrî zimanê Tirkî, Kurdî, Ermenkî û Rûmî dike û diaxive. Lê em naxwazin xwe aciz bikin û fêrî zimanê civakên li kêleka xwe nakin. Lê li Tirkiye ji ber rewşên awarte hin tişt naçin serî. Piştî Pêvajoya Aştiyê bi dawî bû deshilata AKP’ê êrişî saziyên Kurd jî kir û gelek komele girtin. Mamosteyên ku ders didan min jî hatin girtin û dersên min yên Kurdî nîvco man. Ev mesele bû kul û kete dilê min, ez baş dizanim ka çi tê serê hevalên min yên Kurd.”

 

‘Divê gotineke şêwekar jî hebe’

Dema Burhan Kum Sibata 2022’yan xebera wefata Îpek Ateş ango diya Kamber Ateş dibihîze, ji xwe re dibêje, “Li ser wî stran hatine gotin, helbest hatine nivîsandin û belgefilm hatine çêkirin, lê çima di warê şêwekariyê de kesî tiştek çênekiriye? Divê gotineke şêwekar jî hebe derbarê vê meseleya giring de. Helbet ez berê jî hay ji vê meseleye hebûm. Ev perçeyekî jiyana min bû jî. Ez jî ji nav çandeke sosyalîst têm.” Bi vî awayî dest bi xebata xwe ya “Kamber Ateş çawa ye?” dike û vê tabloya xwe ya bi îşaretan meseleyê rave dike, çêdike. 

Têkiliya Burhan Kum ya bi îşaretan re pirr kevn e. Destpêkê gava ew fêrî xêzkirinê dibe, bi îşaretan re mijûl e. Di dema akedemiyê de ew bêhtir portreyan xêz dike û li ser rûyê insan dixebite. Lê mamosteyê wî jê re dibêje, “Di karên te de kêmasiyek heye. Çima dest tine ne? Li karên Rembrandt binihêre, portereyên ku dest tê de tine bin pûç in!” Piştî pêşniyaza mamosteyê xwe bêhtir li ser dîroka hunerê hûr dibe û giringiya destan ya di portreyan de hîn dibe. Dema wî xwest li ser serpêhatiya Kamber Ateş hin tiştan çêke dest hatin bîra wî û fikirî bê ka kesên kerr û lal çawa xwe didin fêhmkirin û maneya îşaretên ku bi destan dikin, çi ne? Bi vî awayî ew biryarê dide ku serpêhatiya Kamber Ateş bi îşaretên ku kerr û lal dikin, vebêje, lê Kamber Ateş di hepsê de bû û nikaribû bi rehetî destên xwe bi kar bîne. Ji lewma ew Kamber Ateş bi destên kelepçekirî nîşan dide û destên kelepçekirî jî mixabin nikarin îşaretên ku kerr û lal dikin bi rehetî çêkin! 

‘Kelepçe sembola zimanê hepsbûyî ye’

Jixwe, dema jineke ku pisporê van îşaretan e diçe serdana pêşangehê û çav bi tobloyên wî dikeve, dibêje, “Ev îşaret şaş hatine xêzkirin.” Burhan Kum jî wiha lê vedigerîne, “Tu rast dibêjî, jixwe ez jî dixwazim vê yekê bibêjim. Yanî ew bi zimanê îşaretan jî nikare derdê xwe bibêje û biaxive. Yanî heger diya Kamber Ateş bi zimanê îşaretan zanibûya jî dê nikarîbûna ji hev fêhm bikin. Ji lewma destên kelepçekirî destûrê nadin ku ji hev fêhmbikin.” Ji lewma di vê xebata Burhan Kum de meseleya “kelepçe”yê semboleke giring e. Bi vê sembolê wî bala me biriye ser rewşa dîlbûnê jî. Kamber Ateş bi destên kelepçekirî nikare xwe baş îfade bike. Burhan Kum li ser meselê wekî din dibêje, “Ew kelepçe hepsbûna ziman jî rave dike. Ji ber ku hîna jî zimanê Kurdî qedexe ye, Kurd nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Em di serdema WhatsAppê de ne û bi kodên bi çarçik xwe digihînin her tiştî lê hîna jî Kurd nikarin bi zimanê Kurdî perwerde bibin, li dadgehan û gelek deverên din jî qedexe ye. Yanî tiştek neguherî ye, weke salên 1980’yî her tişt tarî ye. Ji ber vê yekê zemînê tabloya min reş e!”

‘Weke derseke dîrokê lê binihêrin’

Di pêşangehê de gelek kesan ji Burhan Kum pirsiye, “Ev dest çi dibêjin ji me re?” Gelek kesên ku hay ji vê serpêhatiyê tine bûn, hatine serdana pêşangeha wî. Jixwe, Burhan Kum jî xwestiye bi nifşên nû re vê serpêhatiyê parve bike û armanca xwe wiha tîne ziman: “Nexasim jî ciwan, min dixwest vê sêrpêhatiyê bi wan re parve bikim da ku bîra dîroka xwe bibin. Lê ji bo ciwanên îro heger tiştekî online tine be, zêde bala wan nakişîne û dikarin bi hêsanî xebatekê bê mane bikin. Dema min li kafeyekê dît ku menuyê bi riya kodên bi çarçik nîşan didin, ev tişt hat bîra min. Ji lewma min jî di quncikeke tabloyê de kodeke bi çarçik bi cih kir. Dema bîner tên li hember tabloyê disekinin dikarin metna li ser tabloyê bixwînin û di heman demê de jî bi riya telefonê koda bi çarçik bitikînin û herin li ser înternetê jî serpêhatiyê bixwînin yan jî lê temaşe bikin. Hûn dikarin vê xebata min weke derseke dîrokê bibînin. Ez dixwazim her kes hay ji vê serpêhatiya Kamber Ateş hebe û meseleyê bîr bibe.”

Di navbera 11’ê Mijdarê û 17’ê Kanûnê de li “Galeriya Oktem Aykut” ku li Stenbolê ye, pêşangeha solo ya bi navê “Biryara Çav” a Burhan Kum were lidarxisitin. Xebata wî ya bi navê “Kamber Ateş çawa ye?” dê tevî xabatên wî yên din li vir jî were nîşandan.

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.