Bi Im Feuer dest pê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Cotmeh 2020 - 23:00

Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê ya 10ʼan îro dest pê dike. Heta 14ʼê Cotmehê jî wê belgefilm, film û kurtefilm li sînemayên Kino Babylon û Moviemento bên nîşandan. Film her wiha wê online di ser înternetê re jî bên nîşandan. Rêveberên festîvalê dibêjin ew dixwazin sînemaya Kurdî ya pirralî dibe û mezin dibe bidion xuyakirin.
Festîval wê bi nîşandana filma drama ya derhêner Daphne Charizani ya bi navê Im Feuer (Di êgir de) îro êvarê saet 19ʼan dest pê bike li hola sînemayê ya Kino Babylonê. Filma bi şirîkatiya Yewnanistan û Elmanyayê çêkirî, behsa du xwişkan dike ku ji bo baweriyên xwe şer dikin û carekê pê dihisin ku ya muhim evîna wan a ji hev re ye.
Filma bi navê Jiyan a derhêner Suheyla Schwenk jî 10ʼê Cotmehê saet 19:00ʼan li Kino Babylon tê nîşandan. Hanut û Hayat, tevî ku dêûbavê Hanutnedixwestin jî dizewicin. Ji ber ku Hayat Kurdeke ji Rojava ye, ew li ber zewacê radibin. Apê Hanut alîkariya wan dike û wan dibe Elmanyayê û li cem xwe bi cih dike.
Ji bo bernameya berfireh a festîvalê li nûçeyên me yên beriya niha binihêrin.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.