Koçerên xwe ji Sêrt û Batmanê gihandine Zozana Nebirnav a Colemêrgê, dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Koçer, piştî temamkirina amadekariyên xwe yên zivistanê tevdîra xwe dikin ku careke din vegerin bajarên jê hatine. Koçerên jin demeke dirêj li zozanan dimînin, suxreyên xwe zivistanê bi hev re dikin. Jinan got, ew zehmetiyên li zozanan bi hevkariyê derbas dikin. Ji dotina pez heta bi patina nan gelek karan bi hev re dikin.
Ji koçeran Esra Şengoz got, 5 malbat bi hev re li zozanan e û her roj ji bo malbatekê nan dipêjînin. Dema ku kesek ji wan nexweş dikeve karê wê tev bi hev re dikin. Dîsa dema ku mêvan tên destê xwe didin hev.
Şîrîn Şengoz jî cara ewil hatiye zozanan û alîkariya malbata xwe dibêje, li zozanan hînî dotanan pez bûye.
MA/COLEMÊRG