Bi govenda ‘Kalan’ li ber xwe dan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 17 Gulan 2022 - 22:00

  • Emîna Mûse: Ez niha di Koma Çiyayê Kurmênc de cih digirim. Her tişta cilên me, bi destan tê çêkirin û rengên kesk, sor û zer rengên bingehîn ên cilên me ne. Bi vê, em dixwazin bersivekê bidim neyarên xwe, da ku zanibin em dijîn û em ê bi çanda xwe jî bi ser bikevin.

CEMÎL EBDO / ANF/ŞEHBA

Di sala 1992’yan de, ji bo ku çand û hunerê Efrînî neyê jibîrkirin û her ku biçe ew çand biveje û şîn bibe, komek bi navê ‘Kalan’ ji aliyê Kurdên Helebê ve hat damezirandin. Ew kom bi giştî ji navsereyên Kurd ên wê demê hat avakirin. Bi demê re ew kom mezin bû û hejmara endamên wê zêde bû. Pê re jî tevlî gelek şahiyên neteweyî bûn û govenda xwe nîşan dan.

Mistefa Suleyman Weqas 64 salî ye û ji gundê Kaxrê yê herêma Efrînê ye. Ew qala destpêka damezirandina komê dike û dibêje, “Li bajarê Helebê ev kom hat damezirandin. Di destpêkê de me ev kom bi navê koma Kalan di sala 1992’yan de ava kir. Me provayên xwe ji hikûmeta Şamê veşartî dikirin û me muzîk jî bi devê xwe dikir. Bi vî awayî, me dixwest kes nizanibe em ji bo koma govendê provayên xwe dikin. Bi demê re koma Kalan di nav gel û civakê de navdar bû. Me ji bo rewşa ewlehiyê navê komê guhert û kir Koma Şehîd Serhed. Her wiha wê demê, pirrî caran em diçûn Lubnanê û li wir me govenda xwe pêşkêş dikir. Hin caran em diçûn Newrozên herêma Cizîrê û li wir em bi rêya govendê tevlî şahiya Newrozê dibûn. Li kêleka wê, em pirrî caran diçûn Şamê û li wir jî şahiyên neteweyî dihatin pîrozkirin, me di wan şahiyan de cihê xwe digirt."

Piştî şerê li Sûriyeyê, gelê Kurd ê ku li bajarê Helebê dima, pirraniya wê berê xwe da herêma Efrînê. Li wir koma ku bi navê Şehîd Serhed dihat naskirinm, bû Koma Çiyayê Kurmênc û li wir Koma Çiyayê Kurmênc rêxistina xwe li Efrînê xurttir kir û tevlî şahî û pîrozbahiyên neteweyî hemûyan bû.

Mistefa Suleyman Weqas, di daiwyê de dibêje, piştî koçberiya wan ji Efrînê, rewşa çandê her ku diçû lawaz bû û ji ber vê, bi awayekî bi lez xwe li Şehbayê bi rêxistin kirine: “Bi rastî koçberî bandoreke mezin li çandê dike, ji ber wê me li Şehbayê jî ji bo rewşa neerênî ya koçberiyê li ser me serwer nebe, me koma xwe bi awayekî lezgîn organîze kir û mezin kir. Niha jî em bi rêya govendê şerê dewleta Tirk û desthilatên qirker dikin.”

Çîrok û dîroka dîlanan

Dîlanên ku Koma Çiyayê Kurmênc dike, bi giştî ji çand û kevneşopiyên gelê Kurd û Efrînê ne. Her wiha her dîlanek çîrok û dîrokeke wê heye, her rengê govendê, vedigere li çîrokeke beriya bi 300 salan yan jî zêdetir. Mihemed Henîf yan jî Bavê Elî ji bo vê dibêje, ew di sala 2010’an de tevlî vê komê bûye: "Temenê her dîlanekê qasî bi sedsalan heye. Her wiha, her dîlanek çîrokeke xwe ya taybet heye. Sermeselê, dîlana 'Yagli Kenar' çîrokeke xwe kevnar heye. Dibêjin, di sibeha dawetê de dema dahola defê dest pê dikin, dayîk û jinan dew yan jî mast di hundirê meşkê de dikeyandin, rûn bi ser dew diket û dema ku rûn vala beroşê dikirin, li derdora keviya beroşê rûn kom dibû. Ev rûn jî xwedî taybetmendiyeke giran û xweş bû. Ji ber wê, digotin pêwîst e govenda sibeha dawetê jî xwedî taybetmediyeke xwe ya giran û xweş hebe. Di wê demê de navê govendê kirin 'Yagli Kenar'.

Her wiha dîlanek heye bi navê dîlana ‘Sanciyê’ tê naskirin ew dîlan jî xwedî dîroke kevin e. Dema ku yek ji endamên govendê yan jî kesên li wir zikê xwe diêşe, doktor yan jî kesên zana ji bo ku wî kesî îlac bikin tine bû. Bi demê re xelk hîn bû ku bi pîvanê dikarin xelqê îlac bikin û li gorî vê çîrokê dîlana Sanciyê hat çêkirin."

Bersiva neyaran ya bi cilûbergên Kurdî

Endamên koma Çiyayê Kurmênc, cilûbergên Kurdî li xwe dikin, her tiştekî ji cilên wan jî xwedî rol û cihekî taybet di dilê Kurdan de ye. Dayîka Emîna Mûse yê 67 salî qala cil û bergên xwe dike û dibêje, “Sala 1999'an ez tevlî Koma Çiyayê Kurmênc bûm. Cilûbergên me hemû yên Kurdî ne. Ev jî ji bo ku zarokên me hemû zanibin, em xwedî dîrok û çand in. Ez niha di Koma Çiyayê Kurmênc de cih digirim. Her tişta cilên me, bi destan tê çêkirin û rengên kesk, sor û zer rengên bingehîn ên cilên me ne. Ji ber ku rengên biharê ne û rêngê xwezayê ne. Bi vî temenî ez jî dîlanê dikim. Bi vê, em dixwazin bersivekê bidim neyarên xwe da ku zanibin em dijîn û em ê bi çanda xwe jî bi ser bikevin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.