Bi formên hîpnotîk çemên Îzlandayê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Nîsan 2024 - 00:57

Wênegirê bi navê Jan Erik Waider bi wêneyên xwe yên ku li Îzlandayê girtine navdar e. Ew vê carê berê me dide çemên Îzlandayê yên ku di nav çiyayên qeşayê de diherikin. A rast ev çem jî gelek caran diqerisin û naherikin!

Jan Erik Waider wêneyên van çemên ku qeşa girtine ji jor de girtiye û motîfên pirr xweşik qefaltiye. Mirov dibêje qey wî van fotografan bi destan xêz kiriye ewqasî ku razber in. Ew navê “Glacier River Blues” li van wêneyên xwe yên razber dike. 

Jan Erik Waider ji bo van fotografên xwe yên ku bi formên hîpnotîk haine girtin dibêje; “Dîtina van çeman a bi vî awayî her tim îlhamê dane min. Ev wêneyên xwezayê yên dînamîk in ji lewma piştî demekê ev qeşa dihelin û çem diherikin.”

Jan Erik Waider van wêneyan hin caran bi dronê û hin caran jî bi saya balfiran digire. Her wiha ew ji dîmenên peykê jî sûd werdigire û bi vî awayî cihên ku ewê wêneyên wan bigire kifş dike.

ÎZLANDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.