Bi êşkencê dikujin

Sêşem 12 Nîsan 2022 - 22:33

  • Yadê Fatma Agca: Pozê zarokê min şikandin. Zarokên me tazî kirine û xistine odeyeke tarî. Li wir êşkence li wan kirine. Bila stûyê wan kesên deng didin vanan, bişikê.

Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Malbatên girtiyan diyar kir ku li girtîgehê êşkenceya komî tê kirin û wiha bang kirin, “Nebin şirîkên sûc.” 

Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 60 gardiyanan bi ser qawîşa girtiyên edlî de girtin û zext û êşkence li girtiyan kirin. Li ser vê yekê 6 girtiyan bi hev re xwestin xwe bikujin. Ji van girtiyan Serhan Yilmaz û girtiyekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li avahiya xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Banga me ji bo Wezareta Edaletê ye! Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê çi diqewime bo me bibêjin!” hatibû vekirin. Parlamentera Partiya

Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum jî di daxuyaniyê de amade bû. 

Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan êdî ketine asteke wisa ku dibin sedema mirina girtiyan: “Ji ber van binpêkirinan me gelek caran miracaet kir û rapor amade kirin. Girtiyê bi navê Hasan Kasan ku tê îdîakirin, rastî êşkence û nêzikatiya xerab hatiye, niha di beşa venihêrîna awarte de ye. Ferhan Yilmaz û kesekî navê wî nehatiye zanîn jî jiyana xwe ji dest da. Hewldana veşartina tiştên li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê diqewimin, şirîkatiya sûc e. Banga me ji bo Wezareta Edaletê ew e ku ji bo parastina mafên girtiyan, tevdîrên pêwîst bigirin û rastiya li wir qewimî bi raya giştî re parve bikin.”  

Bi domdarî Acettîn anî ziman ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan tiştên qewimîn înkar kiriye: “Lê girtiyekî li ser telefonê her tişt ji malbata xwe re got û cenazeyê Ferhan Yilmaz jî bêyî ku nîşanî malbata wî bidin hate amadekirin û şandin. Ev jî nîşan dide ku li wir tiştên girîng qewimîne. Li ser telefonê girtiyan ev agahî dan; ‘Di 6’ê Nîsanê de em bi rojî bûn û xebatkarên hejmartinê bêyî ku sedemek hebe şeqamek li hevalekî me xist, heqaret lê kirin. Hevalê me nexweş bû û ji ber vê sepanê jî krîz derbas kir. Derxistin baxçe, li wir êşkence kirin, heqaret lê kirin û piştre dîsa anîn qawîşê. Vêcarê bi hinceta lêgerînê em tev derxistin baxçeyî, li me xistin, rihên me jê kirin, piştre em xistin odeya bisunger, bi botan pê li serê me kirin û bênavber êşkence kirin.’” 
 
Ji bo xwe bikujin ben dan wan

Di dewamê de Acettîn diyar kir ku girtiyan li ser telefonê ji malbatên xwe re gotiye, neçarî xwekuştinê hatine kirin: “Bi domdarî girtî dibêjin; ‘Me bi ti awayî destê xwe nêzî karmendan nekir, lê derheqê me de girtekên nerast amade kirin û xwestin me weke sûcdaran nîşan bidin.” 
 
Sûcdaran ceza bikin 

Acettîn da zanîn ku Coşkun Agca, Abdulmenav Çetîn, T. Okçu, O. Hacioglu, H. Masal û girtiyê bi navê Alî neçarî xwekuştinê hatine kirin û ev agahî dan: “Banga me li Wezareta Edaletê ew e ku ji ewilî pêşî li vê zilma li girtiyan tê kirin, bigirin. Divê ev bûyer baş bê zelalkirin, rayedarên girtîgehê û rêveberiya girtîgehê ku ev bûyer paşguh kirine ji peywirê bên girtin û derheqê bûyerê de lêpirsîna cezayî û îdarî bê vekirin. Ji bo zelalkirina bûyerê hewce ye şandeyeke sivîlan bi girtiyan re hevdîtinê bike û hûn jî rastiya heyî bi raya giştî re parve bikin.” 
 
Bila stûyê wan bişike!

Piştre jî dayika Abdulmenav Çetîn a bi navê Avniye Çetîn axivî û got, “Kurê min roja înê li min geriya û got, xetera mirinê li ser wan heye. Ji wê rojê ve 5 roj derbas bûn û ez ti agahiyan jê nagirim. Min li dozgeriyê gilî kir lê tiştek neguherî. Ji bo dîtina kurê xwe çûm girtîgehê lê nehêlan ez bikevim hundir û gardiyan bi min de qêriyan. Ez çûm cem polêsan, lê wan jî tiştek nekir. Doh çûm girtîgehê û min giliyê wan kir.”  

Dayika Coşkun Agca, Fatma Agca jî da zanîn ku kurê wê îna bihurî telefonî wê kiriye: “Got, dibe ku bên kuştin. Ji wê rojê ve ti agahiyan jê nagirim. Min miracaetî her derî kir, lê ti agahî nedan. Erdogan çima dengê xwe nake. Pozê zarokê min şikandin. Zarokên me tazî kirine û xistine odeyeke tarî. Li wir êşkence li wan kirine. Bila stûyê wan kesên deng didin vanan, bişikê.” 

Di daxuyaniyê de parlamenter Gulum jî got, “Mirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Garîbe Gezer û Vedat Erkmen çendek ji van mînakan in. Li girtîgehan şert û mercên giran hene û mafên girtiyan tên binpêkirin. Girtî bi komî dimirin û êşkence li wa tê kirin. Êdî hatiye asteke welê ku gardiyan benê xwekuştinê diavêjin ber girtiyan. Berpirsyarê mirinên li girtîgehan, Wezareta Edaletê û midûriyeta girtîgehê ye. Xuya ye ku êdî sînor nehatine hiştin û divê ev rewş bi dawî bibe.”

Bi qeydiya deng derket holê

Halîl Kasan ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê dihat ragirtin, di encama êşkenceya gardiyanan de ber bi întîharê ve hate dehfdan. Ew niha di venihêrîna taybet de ye. Wî bi telefonê ji malbata xwe re got ka çi hatiye serê girtiyan: “Ji me re dibêjin xwe daliqînin. Ji ber zilmê, me biryar daye em xwe daliqînin.”
Kasan got, 6’ê Nîsanê saet 19.00’an, dema hejimartinê, gardiyan hatin qawişê, şeqamek li girtiyekî xistiye: “Tiştek jî tine bû hatin şemaq lê xistin û heqaret kirin. Ji ber nexweşiya xwe û pirsgirêkên xwe yên psîkolojîk, ez bi ser wan de çûm. Ji ber vê yekê ez girtim û birim baxçeyê qawişê, li min dan û gelek heqaret kirin. Dûre dîsa hatin qawişê û bi hinceta lêgerînê û hejmarê em birin, dîsa li me dan. Piştre em avêtin ‘odeya bisunger’. Bi botan pê li serê me kirin. Zilmê li me dikin. Wekî din jî ji bo ku xwe mafdar nîşan bidin û dozê vekin, girtekan digirin. 
Gardiyan çû pêlava min anî. Dû re min jî xwe daliqand. Ji derewan ve hatin ez xelas kirim. Me îro biryara xwe daye, em ê xwe bikujin. Li vir 5-6 kes hene. Coşkûn Agca, Orhan Hacioglû, kesekî bi navê wî Alî heye, Tolga Okçû û gelek kes hene. Ji ber zilma van wê xwe bikujin.”