Bazirganiya bi keçên di bin temenê 18 saliyê de ya li bar, kûlûbên şevê, otelên Hewlêrê êdî bûye diyarde. Di heman demê de di torên medyaya civakî de reklama van keçan tê kirin û bi awayek eşkere wêne û dîmenên wan herwiha cihê lê dimînin tên belavkirin. Ev jî bûye sedema nerazîbûnên tund. Têkildarî mijarê çalakvan û aktîvîsta mafên jinan û Seroka Fraksiyona Tevgera Goran ya Parlementoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd ji Rojnews’ê re axivî.
Bikaranîna zarokan bê exlaqî ye
Gulistan Seîd diyar kir reklamkirin, bazirganiya bi laşê mirovan û bikaranîna mirovan sûcek mezin e û got;“Zarok pak û bêsûcin. Dema ku bi awayek wiha qirêj û ne exlaqî bazirganî bi laşe wan û kesayetiya wan tê kirin, dibe sedem ku bi pirsgirêkên cidî yên kesayetî û derûnî re rû bi rû bimînin û bandorê li civaka ku tê de dijî jî bike. Ev jî dibe sedema ji hevketina malbatan di nava civakê de û dibe sedemê pirsgirêkên mezin û cidî yên civakî.”
Hikûmet berpirs e
Herwiha Gulistan Seîd diyar kir ku bazirganiya bi laşê mirovan, xebitandina zarokên keç yên di bin 18 saliyê de karekê ne exlaqî ye. Lewra divê hikûmet li beramberî vê bê exlaqiyê bêdeng nemîne û ji bo parastina van kesên tên bikaranîn tedbîrên pêwîst bigire. Herwiha da zanîn ku li dijî her cûrên destdirêjiyê, bikaranîna wan Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirse û divê li dijî vê diyardeyê têbikoşe.
Lazime yasa serwer bin
Gulistan Seîd di dewamê de wiha got; “Dema ku mirov ji dayîk dibe bê sûce, lewra yên ku mirovan fêrî sûc, ji rêderketin û tawanan dike, civak e. Pêwîste hikûmet, saziyên civakî pêşiyê li bazirganiya bilaşê jinan û hemû tawanên civakî, mirovî û ne exlaqî bigirin. Ji bo têkneçûna exlaq û aşitiya civakî jî divê dadgeh yasayê li dijî hemû sûc û tawanan serwer bikin.”
Gulistan Seîd di dawiya axaftina xwe de bal bire ser rola dozgeran di pêşîgirtina tawanên wiha de û got;“Divê dozgerê giştî bi erkê xwe rabe, mafê wan kesên ku xistine nava van karên qirêj û ne exlaqî biparêze, wan kesên ku bazirganiyê bi laşê mirovan û bi taybet bi laşê jin û zarokên keç dikin, bide dadgehê da ku dawî li diyardeya bê exlaqî bê.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ