• Kirmaşan yek ji navendên neolîtîkî, navenda nivîsên mîxî yên serdema Axamenîşî û Sasanî, bi tamên xwe yên ji midbexa Kurdî jî yek ji navendên mezin ên çanda Kurdî ye jî.

SILÊMANÊ ZAXURANÎ

Kirmaşan yek ji bajarên mezin ên Kurdistanê ye. Ev bajarê Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de navenda ostana bi heman navî ye. Bajar ji serdema neolîtîkê ve bûye mala gelek şaristaniyan û yek ji bajarên di warê dîrok û çandê de herî dewlemend ê dinyayê ye. Navenda bajêr jî yek ji kevintirîn bajarên li Kurdistan û Îranê ye. Em berê xwe bidin vê bajarê xwe yê kevnar û nas bikin.
Kirmaşan li quntara çiyayên Zagrosê hatiye avakirin û bilindahiya wê ji zemînê behrê, 1200 metre ye. Tevî hewa û ava wê ya çiyayî jî em dikarin behsa hewayeke bajêr a têra xwe nerm bikin. Bajar mala mêvandariya Kurdan, çiyayên bilind, efsaneyên Kurdan û xwarinên xweş e.
Hawîrdora Kirmaşanê yanî çiyayê Zagrosan parçeyek ji dergûşa çandên beriya bajarvaniyê û nivîsê ye. Di heman demê de çandên beriya neolîtîkê jî li van deveran hewiyane. Lêkolînên arkeolojîk nîşan didin ku mirovên beriya neolîtîkê li gelek şikeftan vehewiyane. Şikefta Bêstûn (Bêhistûn, Bîsetûn) yek ji van e. Ev şikeft di bilindahiya 1300 metreyî de ye. Pala çiyê ji deşta Çemçemal dest pê dike û bilind dibe. Di vê şikeftê de ji bilî bermahiyên mirovên modern, bermahiyên Neanderthalan jî hatin dîtin. Bi awayekî ecêb, ev bermahî ji beriya 25 hezar salan mabûn. Lê lazim bû kevintir bin, lewma li deverên din ên dinyayê, piştî beriya bi 40 hezar salan bermahiyên wan êdî nayên dîtin.  
Neolîtîk jî hema piştî ku pêk tê li Zagrosan jî xwe dide der; em gundên pêşî ên li Kirmaşanê heta bi beriya 10 hezar salan dibin. Gencdare, Serab û Asîab çendek ji van in. Li Gencdarê mirovan dest bi kedîkirina bizinan kiriye û li dinyayê jî bizin ji vir belav bûne.
Herçî herêm e, li Kirmaşanê mirov ji serdema paleolîtîkê (serdema Kevir a Kevnar) ve hene. Lê navenda bajêr bi xwe di serdema Sasaniyan de mezin bû û nexasim jî di sedsala 4´an de. Axir ji van sal û zemanan gelek şûnwar jî mane û em ê niha berê xwe bidin çendekan ji wan. 

 

Taqê Bostan

Taqê Bostan yan jî Taqî Westan tenê 5 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e û li nava dilê çiyayên Zagrosê ye. Taqê Bostan di sedsala 4´an de hatiye çêkirin û ji hingê ve xwe li ber ba û baran û berf û pûkê digire.

Li vir em ji hunerê verotina li ser zinaran ên herê bedew ên serdema Sasaniyan dibînin. Li vir em merasîmên tacîdarkirina Erdeşîrê Duyem û Şapûrê Sêyem jî dibînin.

Li vir em sembolên meylên dînî eşkere dibînin, tevî nîşanên rûmet, lîstik, ruhê şerî, cejn û roşanên serdema Sasaniyan. Şahên Sasanî ji bo verotina van nîşanên xwe Taqê Bostan ê li ser rêya hevrîşm li ser kaniyeke “pîroz” tercîh kiribû.

 

Nivîsên li ser zinarên Bêstûn

Bêstûn ji mîrateya cîhanê tê hesibandin û ew nivîsên li ser zinaran ên sêzimanî yên li Bêstûnê kiribûn ku sirra nivîsên cihê û zimanên cihê bê kifşkirin. Li ser zinarên vî kaşê li ser çiyayê Perû, Şahên Axamenîşan dîroka xwe daye nivîsandin. Ji ber ku wan dîroka Şah Dara û lîstikên ji bo desthilatê yên hingê (sedsala 6´an beriya mîladê) li vir bi sê zimanan  nivîsîbû, di sedsala 19´an de li bajarê Gottingenê yê Elmanyayê, sirr û raza nivîsan û zimanan hat kifşkirin.  
Ev dever di heman demê de li serrêya sereke ya bazirganiyê bû ku rojava û navenda Îranê bi Mezopotamyayê ve girêdida. Ji ber wê jî hingê xelkê têra xwe karîbû vê nivîsa li ser zinaran bi hêsanî bibînin. Nivîs li ser serketina Darayê Yekem li dijî Gaumata û Magiyên Medî ye, nivîs bi Akadî, Elamî û Farsiya Kevin hatiye nivîsandin.

 

Perestgeha Anahîta

Perestgeha Anahîta ya li navçeya Kengawe ya li Kirmaşanê, piştî Persepolîsê, avahiya herî mezin a ji keviran hatiye çêkirin a Îrana roja me ya îro ye.
Anahîta xwedawenda avê bûye yanî ferîşteya ku kanî û av diparastin; ew nîşana xêr û bêrê, dostanî û evînê bûye, ew parazvana bizir, malzarok, dayînî û şîrê dayikê bûye. Lêkoler li serê hîna bi temamî li hev nekin jî bi giştî tê qebûl kirin ku Partan di sedsala 2´yan beriya mîladê ev perestgeh çêkiribe. Jixwe ew têkiliya çanda Yewnan û Îranî ya di nava hev de jî îşaret bi Partan dikin. Lê diyar e ku di serdema Sasaniyan de jî avahî hatiye restorekirin. 

 

Tamên bajêr

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO´yê bajar ji ber çanda wê ya xwarinê û tamên midbexa wê di rêza 37´an de li lîsteya xwe ya UCCN (Tevna bajarên afirîner) sala 2021´ê zêde kir. Ji bo ku li vê lîsteyê zêde bibe, Kirmaşanê nîşan da ku 80 xwarinên wê yên xas hene, 11 şiklên nan li bajêr hene û 20 şîrînahî û kulîçe. Em ê niha berê xwe bidin çendekan ji van:

Dande Kebab

Ev kebaba ji goştê pez li seranserê Îranê belav bûbe jî, ji xwarinên xas ên Kirmaşanê ye. Esas kebabeke parsûyên berxan e. Tişta ku dike dande kebab bibe dande kebab jî sosa wê ye: tirşa firengiyan, tevî ava lîmonê, xwê, filfil (dermanê tûj ê reş) helbet têra xwe zehferan. Kebab li ber nanê sêlê û birincê tên xwarin.

 

Xoreşê Xelal

Ev xwarina hanê mergeyeke taybet a rêûresm û ziyafetên Kirmaşanê ye. Di nava Xoreşê Xelal de ji bilî goştê berxan, behîvên qetkirî, zehferan û zerîşk hene. Li şûna pîvazan di vê mergê de behîv hatiye bikaranîn. Li berê jî li şûna savar yan jî dan, birinc tê xwarin. 

Aşê Ebas Elî

Kirmaşan zivistanan têra xwe sar e. Ji ber wê, xelkê wê gelek aş û germiyan çêdike. Yek ji van Aşê Ebas Elî ye. Çîrokeke navlêkirina vê germiyê jî heye ku xelk dibêje: Berê kesekî bi navê Ebas Elî ev germiya hanê çêdikir û li xelkê feqîr belav dikir.

Kelane

Kelaneyên Rojhilatê Kurdistanê û şamborekên devera Torê hema hema eynî tişt in. Li Kirmaşanê, di nava Kelaneyê de pincarê biharê hene. Gava ne bihar be, pîvazên şîn yan jî sîrikê dixin navê û li ser sêlê çê dikin. Ji adetê ye ku Kelane û dew bi hev re bên vexwarin.

Kulîçeyên Kirmaşanê

Sê kulîçeyên sereke yên Kirmaşanê hene: Kake, nanxurmeyî û nanbirincî. ji bilî li malan, şîrînîfiroşên bajar jî van kulîçeyan çêdikin û difiroşin.Weke nimûne em dikarin behsa nanbirincî bikin. Di nava hevîrê wê de ardê birinc, rûnê malê, ava gulan û safran heye.