Bi cil û bergên Kurdî bedew dibin

Nûçeyên Jin

Pêncşem 2 Îlon 2021 - 03:34

DILUCAN BOZÎ
JINHA/KOBANÊ

Cil û bergên gelêrî yên Kurdan ji berê ve hene. Dijmin çendî xwestibe van cil û bergan bide guhertin jî xelkê ev rêûresma xwe parastiye. Li Kobanê, cil û bergên jinan ji şeira kêserewanî, kofî, îçqor, sixme, meles, bervanek, kiras, xeftan, taximê sitil giros, xerc, qedîfe, mixmer û sehra pêk tê. Yê mêran jî ji qutik, şal û piştan çêdibe. 

Îslim Xelîl Îbrahîm 60 salî ye der barê cil û bergên gelêrî dibêje, “Ev cilên min dema ku ez hê ciwan bûm, hebû. Taximê min muxmer e, ji bo ku çanda min neyê jibîrkirin min hemû taximên xwe li malê veşartin, yên din jî min li keçikên xwe belav kirin. Ji ber ku li gel me, dema ku dayik temenê wê mezin dibe, hin ji taximên xwe yên neteweyî li zarokên xwe belav dike, ev jî wek çand e. Gelek dayik hene û heya roja îro jî cilên xwe diparêzin, paşê didin zarokan heya hin ji wan îçqorên eslî li gel xwe veşartine dema kes bixwaze didin wan, paşê vedigerînin. Ev xeftanê min qederê 30 salan e li gel min e. Li şahiyan û şîniyan, em van cilan li xwe dikin, ev desmala min hibriye, min wê demê bi 2 lîreyên Sûrî kirî û li gel min e.”

Îçqorê resen jî yên sexte jî hene

Zelîxa Salih Elî jî dide zanîn ku wan ev çand ji dapîr û bapîrên xwe girtiye: “Ez rabûm ranebûm, min ev çand ji dayika xwe girt, paşê me jî li xwe kir. Herî zêde keçikan kum, qontaz, kitan û îçqor didan serê xwe. Gelek rêûresmên Kurdan hene, lê em negihîştin wan deman, dayik û dapîrên me digotin. Di şahî yan jî dawetekê de dema jinekê cilên neteweyî û îçqor girê dida, wê demê her kesê bi heyranî lê tameşe dikir, her kes bi cilên xemilandî tev li dawetan dibû. Cilên neteweyî her dem xweş in û maneya wan heye. Îçqorê resen jî hene û yên sexte jî hene. Gelek jinan di malên xwe de ev îçqor veşartine û hîna jî parastine.” 

Ne berê lê îro diecibîne 

Zelîxe Xelîl ji gundê Qeremux e û 64 salî ye. Ew behsa girîngiya cil û bergan dike: “Cilên min ên çanda Kurdî ne. Ji vê cilê re dibêjin, sitil giruz. Herî zêde keçikan ev li xwe dikirin lê niha jin û keçik li xwe dikin. Sed sal berê jinan bi van cilan karê malê û yê çolê dikir, lê niha tenê ev cil bûne yên dawet, şahî, meş, civîn û wekî din. Gelek kes, demên berê diecibînin, lê ez bi xwe van deman diecibînim. Ji ber ku me xwe û hebûna xwe nas kir, her çiqas êş û elem hebin jî me rastiya xwe nas kir. Ez bi xwe bi van cilan diçim meş, civîn, şahî û şînan. Cudahiya cilên çanda Kurdî ji yên din, kiras û xeftan, meles e. Ji ber ku em bi van cilan tên nasîn, bi salan e dijmin dixwaze bi rêya cilan me tine bike, bi hemû şêweyan êrişî me dike. Em bi cilên çanda Kurdî bedew dibin, hêviya min ji hemû keç û xortan heye ku xwedî li û çanda xwe biparêzin.”

Mîrasa dayika xwe diparêze

Gulistan Osman a 33 salî jî dibêje, “Ez mîrasa dayika xwe diparêzim. Cilên neteweyî çand û dîroka me ne. Li gorî min dema ku çand hat windakirin, wê demê dîrok jî tê windakirin. Li gel me çandek heye, dema keçik mezin dibe, dayik cilên xwe dide keça xwe. Ev cilên min hemû ji îçqor heta kiras û xeftan, ên dayika min in. Ji ber ku ez piçûka dayika xwe me, lewre wê ev dan min. Îro ez jî wek wê van cilan diparêzim. Van cilan ez di hemû dawet û şahiyan de li xwe dikim. Gelek kesan ev cil ji min xwestin lê min nedan wan. Îçqorê min ê zîv jî hebû lê di dema koçberiya Kobanê de li şûna min ma. Temenê vê kofiyê 60 salî ye. Çand, hebûn û nasnameya Kurdîtiyê pênase dike. Em ê mîrasa dayikên xwe biparêzin û xwedî lê derkevin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.