- Li Iraqê piştî guherîna zagona derbarê Rewşa Kesane de, zewaca di temenê zarokatiyê de zêde bû.
Di 27’ê Tebaxê de parlementoya Iraqê di çarçoveya guherîna Zagona Rewşa Kesane de xala ‘Şerîeta Feqhî Cehferî’ erê kir. Zagon ji hinek made û xalên cûda pêk tê. Lê belê nerazîbûn li hember vê yekê hat nîşandan. Li gorî guherîna zagonê, rê dide zarokên keç û kur ku beriya 18 saliya xwe bizewicin. Her wiha di zagonê de derket holê ku mafê jinê tuneye.
Li gorî zagonê, zewaca zarokan û pirzewac li Iraqê êdî bûye zagon û hemû mafê jinê binpê dike. Her çiqas li Başûrê Kurdistanê zagon destûr nede zewaca temenê bin 18 salî de jî, ji bo zewaca keçên di bin 18 salî de, bi erêkirina dayik, bav û dadgehê destûr tê dayîn. Ev jî rê li ber zewaca zarokan vedike.
Têkildarî mijarê parêzer Aştî Abdullah axivî.
Aştî Abdullah diyar kir ku rêjeya zewaca di bin temenê 18 salî de, zêde bûye û got ku zagon rê dide vê yekê. Aştî Abdullah got ku mînak destûr heye lê bi şert e û wiha berdewam kir: “Divê di aliyê tenduristî de gihîştî be û dayik û bav qayîl bin û ji dadgehê destûrê bigre. Ev peyman wek peymana zewaca 18 salî û jortir heman hikum û encaman bi xwe re tîne. Divê di aliyê tenduristiyê de têgihîştî be. Lê êdî ji 18 salî jortir, tenê testa xwînê tê xwestin.”
Aştî Abdullah di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Zewaca zarokan wisa dike ku malbat ji ber pirsgirêkan hilweşe. Her wiha bê agahiya derbarê peymana zewacê de sedemek din e. Niha yên di 2006’an de hatiye dinê, bê belge hatine zewicandin û niha jî daxwaza heq û maf dikin. Mirov ji bo di dadgehê de parastina mafê xwe bike divê hişyar be. Piranî peymanên zewacê naxwînin û divê agahdar û hişyar bin û bizanin di demê hevberdanê de çi bikin. Zewaca di bin temenê 18 salî de ne guncav e, ji ber wê divê ciwan xwendina xwe temam bikin û xwe bipêş bixin da ku bikarin pirsgirêk û nakokiyan kêm bin û jiyanek aram û parastî bidomînin.”
NÛJINHA/HELEBCE/MÎHRÎBAN SELAM