Tevî zehmetiya terka axa xwe nakin

Yekşem 9 Adar 2025 - 15:00

  • Jinên ku li herêmên bakurê Zîvala Xezayê di nava zehmetî û bi derfetên kêm ên dijîn dan zanîn tevî zehmetiyan jî ew terka axa xwe nakin û gotin:"Divê piştevaniya jinan bê kirin."

Li bakurê Zîvala Xezayê piştî êrîşa bejahî ya Îsraîlê ku zêdetirî du mehan dewam kir, wêraniyek mezin li herêmê çêbû. Ev êrîş piştî îmzekirina agirbesta di navbera hêzên Îsraîl û tevgera Hemasê de hatin rawestandin. Rewşa jinan li wan herêman piştî êrîşan dijwartir bûye. Li çolê bê av, elektrîk û saziyên xizmetguzeriyê berxwedana xwe di nava hilweşîna herêmê de didomînin.

Jinên bakurê Xezayê diyar kirin ku debara xwe di nava tunebûn û derfetên kêm de dikin, gel di nava kon û xaniyên hilweşiyayî de dijî. Tevî van zehmetiyan jinan tekez kirin ku tu carî terka axa xwe nakin û berê xwe nadin koçberiyê.

Em bi zehmetî dijîn

Tehanî Ebû Wadî qala rewşa jinan a li herêma bakurê Xezayê kir û got: "Hemû jinên ku li van herêman dijîn rewşa wan dijwartir bûye. Gelek ji wan mal, hezkirî û hevalên xwe di encama şer de winda kirine. Ev yek jî dihêle ku rewşa jinan di warê derûnî de xirab bibe. Her wiha gelek jin di temenê biçûk de berpirsyariya malê dane ser milên xwe. Di nava vê rewşê de zehmetiyên wan zêdetir dibin. Jiyana di bin konan û di nava malên hilweşiyayî de gelek zor e. Ji ber tunebûna avê, em neçar dimînin di riyên dirêj de bimeşin, bi destan avê bikşînin konên xwe. Weke din ji ber kêmbûna pêdiviyên paqijiyê em bi gelek zehmetî û kêşeyan re dijîn."

Divê piştevaniya jinan bê kirin

Tehanî Ebû Wadî diyar kir windabûna mirovan jî bandorê li ser rewşa jinan dike û wiha got: "Jinên ku zarok an hevjînên xwe winda kirine hê jî hêviya xwe qut nekirin. Heya derengiya şevê venagerin bin konên xwe û li nexweşxane, komele û saziyên navneteweyî li wan digerin. Ew bi hêvî ne ku agahiyek li ser çarenûsa wan bigrin. Hejmara wan jinan jî gelek in, ji hezarî derbas bûye û gelek ji wan zarokên xwe di rojên destpêkê yên şer de winda kirine. Divê piştevanî û destek ji wan jinan re bê dayîn û alîkariya wan bikin da ku bizanibin ew li gel hêzên Îsraîlê dîlgirtî ne yan jî jiyana xwe ji dest dane."

Di xaniyên hilweşiyayî de dijîn 

Edan El-Besyûnî jî destnîşan kir ku jin bi rewşên trajîk re rû bi rû dimînin lê rabûna jinên Filistînî ji nû ve hêviya afirandina jiyanê bi şêweyên cuda diçîne û wiha axivî: "Gelek jin ji bo peydakirina avê bi destan avê ji bîran kişandine. Her wiha piraniya wan di bin kon û xaniyên hilweşiyayî de dijîn dîsa jî terka axa xwe nakin û berê xwe nadin koçberiyê bi dilxwazî. Jin ji tunebûnê jiyanê diafirînin di nava malên hilweşiyayî de li pêdiviyên jiyanê digerin ku debara xwe pê bikin û zarokên xwe ji sermaya zivistanê biparêzin. Min hewl da barê jinên ku mirovên xwe winda kirine sivik bikim. Her wiha piraniya jin û dayikan tevî ku dizanin Îsraîl dijminê wan e jî kêfweş dibin dema dibihîsin windahiyên wan dîlgirtî ne. Ev yek hêviya dîtina wan careke din zindî dike." NÛJINHA/REFÎF ISLÎM/XEZA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.