Bi çavê jinê jin

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Îlon 2020 - 23:59

  • Şadî Qadiriyan wênegireke hevçax a Îranî ye ku meseleya jinê, nakokiyên wê, sansûra li serê, statuya wê ya diguhere û stereotîpên lê tên ferzkirin, ji bo hunerê xwe dike mijar.

Shadi Ghadirian (Şadî Qadiriyan) wênegireke hevçax a Îranê ye ku sala 1974´an li Tehranê ji dayik bûye. Ev wênegira li Tehranê dimîne, bi berhemên xwe yên rexneyî yên li ser cihê jinê di nava civaka heyî ya Îranê de tê nasîn. Jinên nav malê û modernîzm, wekî din wêneyên wê yên ku tenê weke kincekê û alaveke navmalê jina Îranî nîşan didin, ji projeyên wê yên navdar in.
Ew bi wênegiriya xwe ya rexneyî nakokiyên modernîzmê û rêûresmê ji bo jinên Îranî şirove dike û pê re jî nakokiyên din jî şirove dike. Mijarên sansur, dîn, modernîzm û statuya jinê mijarên hunerê wê ne. Bi rêzewêneyên xwe yên bi navê Qajar û Like Every Day (Weke her roj) di 1998´an û 2001´ê ew li meydanan navneteweyî jî navdar bû. Li Brukselê Aeroplastics Gallery, li Londonê jî Kashya Hildebrand nûneriya wê dikin.

Timî awira wê li jinê ye

Wê heta niha neh rêzewêne çêkirine: Miss Butterfly (Pirpirînk Xanim), Nil, Nil, Be Colourful (Rengîn be), Like Every Day (Weke her roj), Qajar, Ctrl+Alt+Delete, My Press Photo (Wêneyê min ê ji bo çapemeniyê), Out of Focus (Ji ber balê çû), û West by East (Ji Rojhilat ve Rojava). Bi van karên xwe wê herwiha giriftbûna stereotîpên neerênî yên rojane yên li dijî heman jinên ji derveyî welat jî nîşan da.
Di rêzewêneyê yekê Qajar de wê jin bi cilûbergên serdema Qajar tevî tişteke ji modernîzma rojavayî nîşan da, weke qutiyeke pepsiyê, yan teybekê û wekî din.
Guherîna standartên xuyakirina jinê li Îranê, Şadî Qadiriyan bi Be Colorful (2002) nîşan dide. Jin li pişt çarşefên rengîn in û li pêşiya wan alaveke nava malê hatiye danîn.

Sansur û şer

Di West by East (2004) de Şadiyê berê xwe daye sansurê. Ew bi xwe cilûbergên rojavahayî li xwe dike, wêneyê xwe digire û laşê xwe yê ku diviyabû bi cilûbergan li Îranê bê nixumandin, reş boyax dike.
Nil, Nil (2008) sîlehan dixe nava jiyana rojane. Ev kar dixwaze nîşan bide ka şer çawa tesîrê li jiyana rojane ya xelkê dike.

Pirpirînk Xanim

Di rêzewêneyên Miss Butterfly (2011) ew berê xwe dide çîrokên wê di zarokatiya xwe de bihîstî; vê jî bi wêneyên reş û spî dike. Tê de jinên Îranî yên teşiyê dirêsin, dolabê digerînin hene.
Şadî Qadiriyan gelek pêşangehên solo kirina, ya pêşî li Tehranê li Galeriya Golestan. Paşê li Leighton House Museum a Londonê jî heman salê pêşangeha wê hebû. Piştre li seranserê dinyayê lê bi pirranî jî li Ewrûpayê gelek pêşangehên wê hebûn, weke ya sala 2001´ê li Parîsê.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.