HERÊM QADIR / ROJNEWS / ŞAREZÛR
Li Deşta Şarezûrê demsala çinîna kunciyan destpê kiriye, cotkar diyar dikin ku di van salên dawî de xwestekek mezin ji bo kunciyan zêde bûye, ji ber vê yekê wan li rûbereke berfireh ya zeviyên çandiniyê kuncî çandine.
Ji bilî ku ji bo xwarinê xwestekek mezin ji kunciyan re heye, di karên hevîr de jî gelek bikar tê. Herwiha kuncî weke berhemek di çarçoveya pîşesaziyê de xwarinek ya çandiniyê ye û ji kunciyan tehîn û zeyt jî tê çêkirin.
Li Herêma Kurdistanê çandina kunciyan xwedî dîrokeke kevnar û dirêj e. Berê li Herêma Kurdistanê kuncî li rûberên gelek berfireh dihate çandin. Piştre çandina kunciyan hêdî hêdî kêm bû. Lê di van salên dawiyê de ji ber çêkirina kargehên çêkirina tehîn û zeyta kunciyan, çandiniya kunciyan li Herêma Kurdistanê bi taybet jî li parêzgehên Duhok û Silêmaniyê dîsa zêde bûye.
Di van salan de çandinî zêde ye
Li Deşta Şarezûr salane nêzîkî li hezar donim zeviyan kuncî tê çandin. Kuncî di meha Hezîranê de tê çandin, di werza payîzê de digihin û di meha Mijdarê de tê çinîn.
Selam Elî îsal li zeviyeke xwe kuncî çandine û behsa girîngiya kunciyan kir; “Min îsal kunciyen xwemalî yên Kurdî çandine. Ji kunciyan tehîn û zeyt tê çêkirin û di xwarinên hevîr de jî tên bikaranîn. Herwiha bi her sê awayan di bazaran de tê firotin. Niha werza payîzê ye û dema barîna baranan nêzîk bûye. Lewra cotkaran bi lezgînî dest bi dirûtina hemû berhemên xwe yên çandiniyê ku kuncî jî di nav de kirine, da ku beriya barîna baranan hemû karê xwe yê berhevkirina berhemên xwe temam bikin.”
Aram Reşîd jî da zanîn ew bi awayê paletiyê ew saet 7:00’ê diçin ser karê xwe û heta saet 16:00’ê bi kirina suhbetên xweş karê xwe dikin û got; “Salên borî çandina kunciyan nemabû. Gundî hemû çûbûn û gund vala bûbûn. Lê niha xelkê dîsa berê xwe daye çandiniyê.”