Bi ‘çanda berxwedanê’ têdikoşe

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 30 Hezîran 2022 - 22:00

  • Boochani: Me weke neteweyek bi çanda xwe ya berxwedanê nasnameyek ji xwe re ava kir û li hember hişmendiya hikûmetan şer kir. Berxwedana min a ji bo penaberan bi dîrok û rabihuriya min ve girêdayî ye. Ev berxwedan û têkoşîna me bîr û hafizeyekê ava dike ji bo me. Ev bîr û hafize jî dibe bingehê helbest, muzîk û sînemaya me.

Nivîskar û penaberê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Behrouz Boochani (Behrûz Boçanî) ji ber rojnamevanî û çalakiyên xwe sala 2013’an ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê neçar derketibû û destpêkê pena xwe gihandibû Îndonezyayê. Piştî çend mehan, vê carê mecbûr dimîne biçe Awustralyayê. Piştî ku ew xwe digihîne Awustralyayê weke penaberekî, li “Girava Manus” hepsî dimîne. Qederê 6 salan li wir girtî dimîne û nikare bi cihekî ve here. Dema, sala 2018’an hîna jî li giravê hepsî ye, bi riya telefonekê pirtûkeke bi navê “Ji xeynî çiyan dost tine ne: Nivîsên ji Hepsa Manusê” nivisîbû û ev pirtûka wî li gelek zimanên dinyayê hatibû wergerandin. Her wiha gelek rojnameyên dinyayê pesnê wêjeya wî jî dabû. Behrouz Boochani piştî ku 6 salan li Girava Manus weke penaber hepsî ma, dewleta Zelandaya Nû mafê penaberiyê da wî û jê xwest ku li welatê wan bimîne. Behrouz Boochani niha li Zelandaya Nû dimîne û ji bo mafê penaberan têdikoşe. Tenê ne ji bo mafê penaberan, her wiha ew bi gelê Maorî yên ku ev demeke dirêje li hemberî mêhtingeriya Zelandaya Nû li ber xwe dide jî têdikoşe û piştevaniya wan dike. 

Niviskar û rojnamevana Holandî Frederike Geerdink di bernameya xwe ya bi navê “Avaşîn Podcast” de bi Behrouz Boochani re li ser penaberî û têkoşîna wî ya ji bo vê yekê axiviye û di malpera “Medyanews” de hevpeyvîna xwe weşandiye. Behrouz Boochani destpêkê dibêje, Kurd hemû di nav mêhtingeriyê de tên dinyayê û wiha dewam dike, “Em di nav mêhtingeriyê de mezin dibin. Ji ber vê yekê jî dema em tên dinyayê em tim di nav têkoşînekê de ne. Ev paşxaneya hanê ji bo me Kurdan pirr girîng e, ji lewma dema em welatê xwe bi cih dihêlin û diçin cihekî din jî, em di cihê xwe de nasekinin û tim dixwazin bi civakên berxwedêr re li ber xwe bidin û doza mafê insanan bikin. Dema ez li Awustralyayê penaber bûm, min dît ku heman mêhtingerî li vir jî heye û dewam dike. Ji lewma, dibêjim çavkaniya berxwedêriya me mêhtingerî ye.”

Me Kurdan ‘çanda berxwedanê’ ava kir

Behrouz Boochani behsa “çanda berxwedanê” ya li Kurdistanê dike û ji bo vê yekê gotina “Berxwedan jiyan e” bi bîr dixe û dibêje, “Me weke netewek, bi çanda xwe ya berxwedanê nasnameyek ji xwe re ava kir û li hemberî hişmendiya hikûmetan hemûyan şer kir. Berxwedana min a ji bo penaberan bi dîrok û rabihuriya min ve girêdayî ye. Ev berxwedan û têkoşîna me bîr û hafizeyekê ava dike ji bo me. Ev bîr û hafize jî dibe bingehê helbest, muzîk û sînemaya me. Ez jî bi vê zanîn û çanda berxwedanê rabûm. Gelê Kurd di berxwedana xwe de radîkal e, ez vê tundbûnê bi awayekî erênî dinirxînim û li dijî deshilatdariyê dibînim. Bi vê çandê min li Girava Manus afirand, nivîsand û ji bo mafên penaberên li vir xebitîm. Lê dema ez behsa afirandinê dikim bila tenê berhemên hunerî neyên bîra we. Her wiha grevên birçîbûnê, protesto û her çalakiya di vî warî de parçeyekî çanda berxwedanê ne û weke berhemên vê çandê ne.”

‘Azadî...tenê azadî’

Behrouz Boochani behsa xebata xwe ya nû dike û dibêje, ew van demên dawiyê li ser pirtûka xwe ya bi navê “Azadî...tenê azadî” dixebite. Boochani dema li Girava Manus dimîne bi qasî 100 gotarî nivisîne û niha ew bi sererastkirina van gotarên xwe re mijûl e. Li gorî agahiyên wî, ev pirtûka wî hazir e û dê Mijdara 2022’an were çapkirin. Li aliyekî din ew bi aktivîst û nivîskaran re li ser lîstikeke şanoyê ya ku mafê penaberan û civakên herêmî (hûrmilet) diparêze jî dixebite. Boochani ji bo lîstika şanoyê dibêje, wan muzîkên Kurdî bi kar anîne û wiha pê de diçe: “Em nikarin komên marjînal ên bi neheqiyê re rû bi rû dimînin ji hev veqetînin. Çi jin, çi Kurd, çi Maorî û çi penaber hemî li hember deshilatdariyê radibin û têdikoşin. Her kes ji bo nasnameya xwe biparêze şer dike. Dema em hêza van koman yan jî van însanan bikin yek, em ê bêhtir bi qewet bibin û karibin li hember zilma serdestan rabin.”

Em ne qurbanî lê berxwedêr in!

Boochani herî dawî dîsa bala me dibe ser gotina “Berxwedan jiyan e” û ew her çend vê gotinê weke paradoksekê bibîne jî dibêje, ji vê yekê hêz digire û wiha dawî li gotinên xwe tîne: “Ji ber ku ez Kurd im, ez bi vê yekê serbilind im û jê zewqê distînim. Kurdbûyîn dike ku tu baştir ji siyaseta îro fêhm bikî, her wiha dike ku tu bêhtir bibî insan û weke insanekî bifikirî. Kurdbûyîn gelek tiştan dide me. Jiyana me bi mane dibe, lê ti carî naxwazim Kurdistanê romantîze bikim û romantîk, nîşan bidim. Erê rast e, dîroka me mişt êş û kul in, lê em kesên berxwedêr in û xwe weke qurban nabînin. Ev yek pirr muhim e. Li ciyê ku jin ji bo azadiya xwe têdikoşe, hîna jî pirsgirêkên me hene. Lê xelkê me yê berxwedêr mîrateyeke bêhempa ya berxwedanê ava kir. Min ev yek di nivîsên xwe de jî nîşan daye, ji ber wê, ez naxwazim kes penaberan jî weke mexdûr û qurban nîşan bide, û bi vî çavî li wan binihêre.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.