Filma ‘Sieger Sein’ li ser Netflixê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Sibat 2025 - 00:19

Filmê Soleen Yusef (Solîn Yûsûf) ê nû “Sieger sein” di Netflixê de ye. Fİlm çîroka Mona ya 11 salî vedibêje ku bi malbata xwe re ji ber şer ji Rojava reviyaye û hatiye Berlîna Almanyayê.

Mona li dibistanê ji ber nezanîna zimên bi zehmetiyan re rû bi rû dibe. Her wiha bêrîkirina wê ya meta wê ya ku şervana YPJ’ê ye jî destpêkê dibe sedem ku ji welatê xwe yê nû Elmanyayê sar bimîne. Ew piştre bi piştgiriya mamosteyê xwe tevlî tîma keçan a futbolê ya dibistanê dibe û entegrasyona wê ya di nava şagirtên din de destpêkê dike.
Xaleke din a balkêş a film sembolek e; Dayika Mona bi hemû formên tîma keça xwe ve parçeyên destmalên şervanên kurd didirû û bi vî awayî rengekî guhertî dikeve formayên di dema lîstika futbolê ya keçikan de. 

Yûsûf, par "Sieger sein" çêkiribû û film li Festîvala Fîlman a Berlînê "Berlinale"yê jî hatibû nîşandayîn. Filmê ku li Elmanyayê "Xelata Fîlmê Zarokan ê Herî Serketî" girtibû, niha jî di Netflixê de tê nîşandayîn.

Derhêner Soleen Yusef di sala 1987'an de li Duhokê hatiye dinê. Wê berî niha jî îmze avêtibû bin rêzefîlma Netflixê “Skylines”, rêzefîlmê “Sam” a Disney+ û gelek fîlmên sînemayî û dokumenterên televîzyonî. Ew niha jî bi fîlmê sînemayî “Herkunft” ve mijûl e ku tê pêşbînîkirin sala 2026'an bikeve vîzyonê.

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.