• Anî Abakumova algorîtmayên xwe bi kar tîne da ku ji tayên zirav li ser tarekê portreyan çêke.

Anî Abakumova hunermend û bernameçêkere kompûterê ye. Ev jina ciwan a 32 salî li paytexta Rûsyayê Moskovê dimîne. Ew algorîtmayên xwe bi kar tîne da ku ji tayên zirav li ser tarekê portreyan çêke. Yanî tayan wisa li hev siwar dike ku di encamê de portreyên klasîk derkevin holê.

Ew bi hevjînê xwe Andrey Abakumov re karê xwe dike. Ji ber ku di warê matematîkê û bernameçêkeriya kompûterê de jêhatiye jî, dikare bi algorîtmayên xwe bi hezaran tayên zirav wisa li hev bide siwarkirin ku portreyên klasîk çêbin. Ew vî karê xwe ji sala 2016´an ve dike.

Anî Abakumova berheman fizîkî li ser tarê bi tayan çêdike, hevjînê wê Andrey jî parabêhtir li ser kompûterê serê xwe bi aliyê wan ên dijîtal diêşîne. Ji bo pêkhatina portreyekê 8 hezar xetên ta tên kişandin li ser tarê. Ev jî qederê 4 kîlometroyan dirêj e.

MOSKOV