- Rêza kitêbên li ser cografyaya bajarên Kurdistanê bi kitêba "Erdnîgariya Kurdistanê – I: AGIRÎ" kitêba xwe ya sifteh belav kir. Nivîskarê wê Abdurrahman Onen kitêbên li ser gelek bajarên din jî ji çapê re amade kirine û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî jî wan diweşîne.
Kitêba Abdurrahman Onen a bi navê “Erdnîgariya Kurdistanê – I: AGIRΔ ji nav Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî derket. Biryar e, ji xeynî vê kitêbê, kitêbên Önen ên li ser erdnîgariya Wan, Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji aliyê weqfê ve bêne çapkirin.
Bi nivîsa ku Weqfa Îsmaîl Beşîkçî belav kirî li ser kitêbê, em hîn dibin, ku "Di kitêbê de, navên mezre, gund û navçeyên Agirî yên bi Tirkî û Kurdî; çem, gol, çiya, deşt, zozan û hwd. yên Agiriyê, nexşeyên fîzîkî yên erdnîgariya Agiriyê; hejmara nifûsa navend, navçe, gund û mezreyên Agiriyê; wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agiriyê" hene.
Diyar e yek ji sedemên nivîsandina kitêbê, tirs û fikare jibîrbûna navên Kurdî yên cografî ye: "Erdnîgariya Kurdistanê ku bi dewlemendiya xwe ya pirhêl ve tê zanîn, hê bi qasî heq dike nebûye mijara xebatên ilmî. Bi taybetî jî bi Kurdî hema bibêje xebat nehatine kirin. Loma jî navên gelek navçe, gund, çem, çiya, gol, gir, zozan û hwd. yên bi Kurdî êdî hêdî hêdî têne jibîrkirin".
Bêhtirî 25 salan lêkola
Em hîn dibin ku, nivîskarê kitêbê Abdurrahman Önen, di encama xebata xwe ya bêhtirî 25 salan de, der heqê erdnîgariya Kurdan de gelek agahî berhev kirîne. Ew hema hema nîvemrekî herêm bi hêrêm li bajar, navçe, gund û mezreyan digere, der heqê van cihan de, kite bi kite nav û agahiyên cografî qeyd dike.
Mamoste Önen ne tenê li ser Agiriyê agahî berhev kirine; wî ne tenê navên Kurdî yên cih û waran kom kirine, di heman demê de wî nexşeyên bajar, navçe û herêmên muhîm hemû derxistine. Bi ya weqfê, "Tiştê ku xebata mamoste bi qîmettir dike jî ev e".
Agirî cografyayeke dewlemend e
Ev kitêba li ser Agiriyê, diyar e ku yek ji rêza kitêbên cografya bajarên Kurdistanê ye. Qismê li ser Agiriyê jî beşeke girîng e ji ber ku Agirî bi xwe "ji hêla erdnîgariyê ve cihek zaf dewlemend û berfireh e. Çiyayên Agirî, Tendûrek, Sîpan, Eledax, Kosedax, Çemê Mûradê û gelek cihên din..."
Di kitêbê de wêneyên erdnîgariyê û gelek cihên Agiriyê jî hene.
Gava mirov berê xwe dide naveroka kitêbê jî mirov dibîne ku "1-Navên mezre, gund û navçeyên Agiriyê yên [bi] Tirkî û Kurdî. 2- Çem, gol, çiya, deşt, zozan û hwd. yên Agiriyê. 3- Nexşeyên fîzîkî yên erdnîgariya Agiriyê. 4- Hejmara nifûsa navend, navçe, gund û mezreyên Agiriyê. 5- Wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agiriyê" di kitêbê de hene.
Mamosteyê cografyayê, Abdurrahman Onen ji sala 2013´an ve gera xwe ya li Kurdistanê didomîne. Ji xeynî vê pirtûkê, pirtûkên wî yên li ser erdnîgariya Wan, Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne.
NAVENDA NÛÇEYAN
Mamosteyê Cografyayê û cotyar e
Abdurrahman Onen ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya ser bi Mêrdînê ye. Ew 24´ê Sibata 1956´an hatiye dinê. Dibistana seretayî û navendî li Dêrîkê, ya amadeyî li Mêrdînê xwendiye. Wî zanîngeh jî li Stenbolê xwendiyê. Wî li Zanîngeha Stenbolê, di Fakulteya Wêjeyî de Beşa Erdnîgariyê xwendiye.
Piştî xwendina dibistana amadeyiyê sê salan li Dêrîkê cotkarî kiriye. Sala 1976´an li Stenbolê bi cîh bûye, ji sala 1976´an heta 1980´yî xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev re meşandiye. Payîza 1980´yî, li Midyadê dest bi mamostetiya erdnîgariyê kiriye. Piştî deh mehan, ji ber hin sedemên siyasî dev ji mamostetiyê berdaye.
Sala 1984´an li mamostetiyê vegeriyaye. Heta sala 2008´an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetiya erdnîgariyê kiriye û ji 2008´an ve malnişîn e.
Çend salan mamostetiya dersa Kurmancî û dersa kompûterê jî kiriye.
Destpêka salên 1990´î, di çarçoveya hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo birêxistinbûnê de, wî jî biryar daye ku ji bo erdnîgariya Kurdistanê bixebite da ku wekî mamosteyekî Kurd karibe dersa erdnîgariyê bi Kurdî bide.
Di encama van xebatan de, sala 2008´an pirtûka wî ya bi navê Ferhenga Erdnîgariyê hatiye weşandin.