Bi 20 saziyan 20 hezar şagirt

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 26 Cotmeh 2021 - 23:35

  • Komeleya Lêkolînên Kurdî, di dema pandemiyê de bi awayekî online ders da 3 hezar kesan. Kursên ziman ên komeleyê hîna jî didomin. 

Komeleya Lêkolînên Kurdî, di dema pandemiyê de bi awayekî online ders da 3 hezar kesan. Kursên ziman ên komeleyê hîna jî didomin. Komele, ji bo asta yekemîn, duyemîn û sêyemên bi awayekî online dersan dide û ji bo asta çaran û mamostetiyê jî ji 2’yê Cotmehê ve dest bi perwerdehiya rû bi rû kiriye. Her wiha komeleyê di 25’ê Cotmehê de ji bo zarokan jî dest bi perwerdehiya online kiriye. 

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, derbarê zextên li ser Kurdî û xebatên ji bo Kurdî de axivî. Sûbaşi, diyar kir ku zimanê dayikê, dîrok, çand û hebûna gel e: “Heger neteweyek di bin dagirkeriyê de be, naxwe ziman ji bo wan xwedî maneyeke din e. Maneya ku em li ziman bar dikin û ya ku Ingilîzek li ziman bar dike, ne wekhev in. Em di bin dagirkeriyê de ne û xetereke mezin li ser zimanê me heye. Heger em ji zimanê xwe qut bibin, em ê ji çand û hebûna xwe jî qut bibin.” 
 
Têkiliya bi ziman re qut dikin

Sûbaşi, bal bire ser zextên li ser Kurdî jî û diyar kir ku polîtîkayên bişavtinê bi rêbazine din didomin. Sûbaşi got, “Dewlet dizane ew dê nikaribe bi metodên xwe yên sed sal berê bi ser bikeve. Rasterast nikare bibêje Kurd tine ne, lê bi kirinên xwe vê yekê dike. Dixwaze zimanê Kurdî ji holê rake. Dewlet dixwaze pêwendiya gelê Kurd bi zimanê wî re qut bike. Lê em dikarin bi xwedîderketina li ziman bersiva vê yekê bidin.” 
 
3 hezar kes tevlî dersên online bûne 

Sûbaşi, destnîşan kir ku ew tevî van zextan jî dersên xwe didomînin û divê hejmara kesên dersên Kurdî didin, bê zêdekirin.

Sûbaşi ji bo xebatên komeleyê yên di vî warî de got, “Em di bihar, havîn û zivistanê de dersên Kurdî didin. Bi hezaran kes tevlî dersên me dibin. Zêdetirî 3 hezar kesan tevlî dersên online bûn. Ev hejmareke pirr baş e û mirovan kêfxweş dike. Heger 20 saziyên me hebûna, her sal 20 wê hezar kes fêrî Kurdî bibûna. Lewma divê xebat bên zêdekirin.” 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.