Bi 120 dengan bûn parlementer

Duşem 4 Adar 2024 - 00:04

  • Parlementerê berê Ehmed Hecî Reşîd got ku hilbijartinên ji aliyê komîsyona navenda Iraqê ve bên meşandin, wê ne di çarçoveya ku PDK diyar kirî de be.

KESER BULDAN-ARARAT ARAM / ANF / SILÊMANÎ

Biryarên ku Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê derbarê herêma Başûrê Kurdistanê li ser mijarên hilbijartin û ekonomiyê dayî, bandora xwe li ser Başûrê Kurdistanê didomîne. Tê diyarkirin ku biryarên dadgehê çavkaniya xwe ji siyaseta PDK’ê digirin û li aliyê din jî tê gotin ku ev biryar li dijî sîstem û destkeftiyên xelkê Başûrê Kurdistanê derbeyek e. Hin derdor jî li hemberî vê rewşê aciziyên xwe tînin ziman. Parlamenterê berê yê Partiya Komeleya Dadgerî ya Iraqê Ehmed Hecî Reşîd têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivî. Reşîd biryarên dadgeha federal bi bîr xist û got ku hilbijartinên ji aliyê komîsyona navenda Iraqê ve bên meşandin, wê ne di çarçoveya ku PDK’ê diyar kirî de be. Reşîd ragihand ku berê di bin navê yek herêmê de hilbijartinê hebûn û destnîşan kir ku ev yek dibû sedem ku PDK bi rehetî planên xwe bixe meriyetê. Reşîd anî ziman ku PDK di bin navê kota hindikahiyan de hîn neketî hilbijartinan 11 parlamenter garantî kirin û destnîşan kir ku ev rewş ne qanûnî ye.

Reşîd diyar kir ku bi biryarên nû êdî wê di bin navê 4 herêman de hilbijartin bên kirin û got:“Eger biryarên ku hatine girtin bên pêkanîn, li şûna ku li Herêma Kurdistanê tenê partiyek li ser desthilatedariyê be, êdî wê di navbera derdorên siyasî yên herêmê de hevsengiyek çêbibe. Geşedanên nû wê bibe berovajiyê şêwazê ku heta niha ji aliyê PDK’ê ve dihat birêvebirin. Mînak, di hilbijartinên borî de li Diyana ya li Herêma Soranê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê derdora sedî 20 bû. Gelek parlamenter bi 120 dengan hatin hilbijartin. Di esasê xwe de parlamenterên ku bi vî rengî hatine hilbijartin, divê 20 hezar deng wergirtiban. Bi van biryarên nû wê ev rewş ji holê rabe.”

433 hezar kes mûçe werdigrin? 

Reşîd qala biryarên ku têkildarî meaşan jî hatine dayîn, kir û  bal bire ser van xisûsan:“Bi biryarên nû wê Bexda êdî meaşan bide û ev yek wê li cihekî navendî bê pêkanîn. Ev biryar di heman demê de nahêle hin derdor ji bo kadroyên wan meaş bigirin li gorî keyfa xwe bikin rayedarên dewletê. Ji ber ku li gorî sîstema berê nelirêtiyên pir mezin jî di vê qadê de çêbûn. Mînak, 433 hezar kes ji Wezareta Pêşmerge meaş digirin. Dewletên xwedî nifûsa 50-60 milyon jî ne xwedî artêşeke 400 hezar kesî ye. Lê çawa li cihekî ku nifûsa wê 6 milyon e, 433 hezar kes meaş digirin? Ehmed Hecî Reşîd diyar kir ku di encama polîtîkayên PDK’ê de li herêmê çînbûn jî pêş ketiye, tebeqeyeke ku ji xizanan jî pêk tê derket holê û got:“Herêmeke pir dewlemend a xwedî nifûsa 6 milyonê, çawa ji 32 milyar dolarê zêdetir deynê wê çêdibe? Navê vê nelirêtî ye. Ev deyn dibe ku bibe sedem di rojên li pêş me de xaka Başûrê Kurdistanê hîn bêhtir bê dagirkirin. Yan jî sermayeya herêmê di warê navneteweyî de rastî blokajan were.”

Xwedî li destkeftan derkevin

Reşîd destnîşan kir ku herêmeke ku hêza wê lewaz be nikare siyaseteke xurt bimeşîne û got:“Di destketiyên bi dest xistî de, nikare mîna berê mafê tasarrufê bikar bîne. Ev yek ji bo siberoj û rewşa xelkê Başûrê Kurdistanê baş nîne. Berpirsiyarên Herêma Kurdistanê dikarin ji vê yekê sûd werbigirin û deskeftiyan hîn zêdetir bikin. Lê xwe dewlemend kirin, gel jî xizan kirin. Sîstema hilbijartinê ya ku PDK’ê bi sîstema xwe afirandî, hate betalkirin. Êdî rêyên wê jî nema ku li gorî xwe hilbijartinê bike. Tişta ku dikeve ser milê xelkê Başûrê Kurdistanê jî ew ku ji vir û şûnde hîn bêhtir xwedî li sîstem û destkeftiyên xwe derbikeve.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.