Ocalan Kurdbûn kir cihê peşanazbûnê

În 5 Nîsan 2024 - 00:24

Nivîskar Simko Sabîr bi wesîleya 4’ê Nîsanê bûyina Rêber Abdullah Ocalan axivî û diyar kir Ocalan şoreş biriye serî û bi têkoşîna ku dayî Kurdbûn kiriye cihê pêşanazbûnê.

Nivîskar Simko Sabîr da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan Kurd ji nav şovenizmê rizgar kir, Kurdbûn kir cihê şanaziyê û got; “Rêber Apo dikare xizmeta mirovahiyê bike, piştî têkoşîna Rêber Apo û damezrandina tevgera azadî, hemû helwesta li hemberî Kurdayetiyê hate guhertin, ji bo vê divê em hemû bi Rêber Apo şanaz bin û bigihi azadiya xwe.”

Nivîskar Simko Sabîr ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girîngiya fikirê Rêber Ocalan axivî.

Divê em bi Ocalan şanaz bin

Nivîkar Simko da zanîn ku di demek ku ew rojbûna Rêber Ocalan pîroz dikin, li Bakurê Kurdistanê serkeftinên mezin hatine bidestxistin û got; “Rêber Ocalan kesayetek girîng e, gelek berpirsyartiyên girîng daniye pêşiya me, divê em vê rojê bikin roja azadiya Rêber Apo, ji ber ku Rêber Apo dikare xizmeta mirovahiyê bike. Piştî têkoşîna Rêber Apo û damezrandina tevgera azadî, hemû feraseta Kurdayetiyê û helwesta li hemberî Kurdayetiyê hate guhertin, ji bo vê divê hemû bi Rêber Apo şanaz bin û bigihin azadiya xwe.”

Şoreş bi ser xistiye

Di dewama axaftina xwe de nivîskar Simko da zanîn ku Rêber Ocalan hîn di zarokatiya xwe de bi needaletiyê hesiyaye, zanî ku Kurd netewek in, ziman, çanda wan cûdaye û wiha pêde çû; “Ev jî bû sedem ku ji partiyên berê cûdatir pêngavek bavêje, ji bo vê dema biryara şoreşê da, gelê Kurd di rewşek pir xirab de bû, lê niha şoreş biserketiye û ev yek cihê şanaziyê ye.”

Kurdbûn kir cihê şanaziyê

Di dawiya axaftina xwe de jî Simko got; “Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd gelek girîng e, ji ber ku Kurd ji nav siyaseta şoven û tinebûnê derxist, Kurdan haj ji Kurdbûna xwe nebûn. Lê Rêber Apo Kurdbûnê kir cihê şanaziyê, civaka Kurd û taybet jî jinan gihand serkeftinê.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.