Li Wanê helkefta darbeyê

Çarşem 3 Nîsan 2024 - 13:13

Wezareta Dadê ya Tirk ‘’heqê memnû’ yê Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Abdullah Zeydan, berî ku mesaî biqede bi 5 deqeyan betal kir. DEM Partiyê got,’’Bi bayê bezê divê ji vê biryara şaş vegerin.’’ Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan jî got,’’Ev kemîna siyasî ye’’ û banga xwedîderketina li vîna gelê Wanê kir.

Lijneya Rêveberiya Navendî (LRV) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de  hate gotin: “Partiya me di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest xist. Gelê Wanê Şaredariya Bajarê Mezin jî di nav de, 14 şaredariyên li Wanê bi dest xist û di Meclîsa Giştî ya Bajêr de jî bi ferqeke pir mezin bûye partiya yekemîn. Gel Wanê îradeya xwe bi awayekî xurt û eşkere diyar kir. Ev îradeya xurt her wiha ji rejîma qeyûman re jî bersiveke xurt e.’’

Prosedûrên qanûnî temam in

Bi berdewamî hate gotin,’’Weke tê zanîn; Hevşaredarê me yê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hemû prosedurên qanûnî bi cih anîn û serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind da û namzetbûna wî ji aliyê YSK'ê ve hate qebûşkirin. Zeydan bi piştgiriyeke mezin a gelê Wanê hate hilbijartin. ‘’

Lijnveya Rêveber têkilî mijarê bi domdarî got,’’Lê belê di 29’ê Adara 2024’an de roja Înê pênc deqeyan beriya bidawîbûna mesaiyê û du rojan beriya hilbijartinan, Wezareta Dadê bi biryar û nameyeke îdarî li dijî mafên qedexekirî yên Zeydan ku di sala 2022’yan de hemû mafên xwe bi dest xist û ji hemû kontrolên qanûnî derbas bûn, îtîraz kir. Serdozgeriya rayedar li ser vê nîvîsa îtîraza îdarî ku weke talîmatekê ye, dubare serî li dadgehê da ku hemam dadgehê biryara dayîna mafên qedexekirî dabû. Dadgehê di heman rojê de biryara dayîna mafên qedexekirî betal kir û daxwaza mafên qedexekirî red kir. Bêyî ku biryar teqez bibe, yanî mafê temyîz û îtirazê were bikaranîn, yekser mijar ji YSK’ê re hate veguhestin.

Heman dadgehê ku wê biryara dayîna mafên qedexekirî yên Hevşaredarê me Abdullah Zeydan daye, biryara xwe binpê kir. Ev yek kiryareke tunehesibandina îradeya gel e.’’

Hişyariya li AKP’ê

Herî dawî hişyarî li AKP’ê hate kirin û hate gotin,’’Rêgeza herî sereke ya demokrasiyê, rêzgirtina îradeya gel e. Em bang li desthilatdariyê dikin ku rêzê li îradeya gel bigire!

Em hişyariyê didin kesên ku hewl didin îradeya gelê me desteser bikin!’’

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li ser hesabê xwe yê X’ê dijî biryara darbeya li vîna gel daxuyanî da û got bi vê biryarê di şexsê Zeydan de ‘’kemîn li ber vîna gelê Wanê tê danîn.’’ Bakirhan di daxuyaniyê de biryar weke ‘’nehiqiyê û binpêkirina jiyana demokratîk’’ pênase kir û wiha bang kir: ‘’Çi kesê ku dilxwazên demokrasî, hiqûq û dadmendiyê divê vîna gelê Wanê biparêze, li dijî vê kemîna siyasî li gel vîna gel be.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.