Rêberê şoreşa herî bedew

Pêncşem 4 Nîsan 2024 - 00:53

Têkildarî salvegera rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîn û berxwedana wî ya dîrokî û tezên wî yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û çareseriya hemû pirsgirêkên gelan, Endamê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yê Rêkxistina Navçeya Çemçemal Omer Hacî Husên nirxandin kirin. Omer Hacî Husên têkildarî girîngiya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan wiha got:“Rêberê Gelê Kurd piştî hezar salan bi felsefe, fikir û lêkolînên xwe karîbû beşên civakê yên bindest derxîne asta îradeyê ku çawa bikaribin ji bindestî û koletiya xwe rizgar bibin. Rêber Ocalan di temenekî ciwan de ji bo gelên Rojhilata Navîn rêxistiniya herî xweşik pêş xist. Îro em dibînin ku ked û ramana Rêber Ocalan li hemû cîhanê çi hilberandiye ku mirov çawa karîbûn werin gel hev, çawa pirsgirêkên xwe yên civakî bidin aliyekî û xwe bi pêş bixin.” Têkildarî rol, mîsyon û bandora jinê di civakê de jî eşkere kir ku di fikra Rêber Ocalan de jin bûne îrade, jin bûn pêşengên civakê, jin vegeriyan serdema pêşengiya şêniyên mirovahiyê. Ev jî ji ber fikra Rêber Abdullah Ocalan e û got:“Em Rêberê Gelê Kurd Ocalan rêberê demokrasî û jiyana hevbeş, rêberê afrêneriya îcada herî xweş ya şoreşa herî bedew, rêberê vê dîtina xweş dibinin ku çawa îro li cîhanê aştiya mirovî pêş xistiye û pêşve biriye.”

ROJNEWS/ÇEMÇEMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.