Seyrangeha Bêxal di navbera serê çiyayên bilind yên navçeya Rewandizê ya ser bi Hewlêrê. Goleke xwezayî di herike nav seyrangehê û dîmenek efsûnî dide xwezaya herêmê. Ev jî bûye sedem ku bi salan e geştiyar berê xwe bidin Seyrangeha Bêxal.
Seyrangeha Bêxal ji Hewlêrê 105 kîlometreyan dûre û 5 kîlometreyan jî ji Rewandizê dûr e. Seyrangek xwezayî ye û aveke xwezayî ji wir diherike robara Xelîfanê. Îsal ava seyrangehê li gorî berê zêde bûye, avhewayek xweş û dîmenek xweş lê heye.
Welatî Şino Tofîq ji Silêmaniyê berê xwe daye seyrangeha Bêxal û derbarê seyrangehê de ji ajansa me re got; “Xwedî xwezayeke ciwan e, geştiyar berê xwe didin ciwaniya wê.”
Amanc Bêxalî li seyrangehê kar dike û dibêje, “Her geştiyar dixwaze serdana Bêxalê bike, ji ber ku ava wê gelek sar e û seyrangeheke ciwan e. Di salên 60’an de Bêxal li Iraq û Herêma Kurdistanê bûye herêmek girîng ya geştiyariyê.”
Rêveberê Giştî yê Geştûguzar a Îdareya Soran, derbarê seyrangehê de ji Rojnewsê re got; “Bêxal nasnameya geştiyariya Soran e. Em ê li Bêxalê hinek projeyên din yên geştiyarê ava bikin.”
ROJNEWS/SORAN