Solîstê berê yê Grup Munzurê, Şenol Akdag albuma xwe ya duyem derxist. Album bi navê “Bêvengiya Astaru” yanî Bêdengiya Stêrkan ji Kalan Muzîkê derket. 

Di albumê de 8 stran hene û 5 ji van bi Kirmanckî ne. Ramazan Şîrîn tevî Şenol Akdag aranjmana albumê kiriye. Şenol Akdag salekê li ber amadekariyên albumê daye.  Gava ku Şenol Akdag ê mehan di hepsê de bû, ji neçarî karên albumê jî sekinandin. Gava hat berdan, wî xebatên xwe dewam kirin.

Di albumê de stranên ku awaz û gotinên wan ên Şenol Akdag hene, lê her wiha besteyên hozanên weke Cemal Sari jî hene.  Wî wekî din di albumê de cih daye stranên gelêrî yên wî bi xwe ber hev kirine yên weke Merge. 

Şenol Akdag ji 1996´an heta 2005´an di nava Grup Munzur de hunerê xwe kir.  Li Ewrûpa û Tirkiyeyê beşdarî gelek konseran bû. Piştre wî hunerê xwe ferdî dewam kir. Albuma xwe ya pêşî ya bi navê Payîz, wî sala 2015´an derxist. 

STENBOL