Berxwedana li ber hûtên serdemê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 9 Hezîran 2023 - 14:54

AWYER BOTAN / ANF / SILÊMANÎ

Di serdema teknîk û teknolojiyê de hema bêje gelek kes li ser wê yekê ne, rola berhemên çandî û kevneşopî yên hezaran salan yên sembola Kurdbûn û nîşaneyên neteweyî, li ber xwe nedane û balê nakişînin. Lê dema mirov dikeve nava bazarên Silêmaniyê, mirov hê jî vê çand û kevneşopiya Kurdî dibîne.

Şiwan Mehmûd, ji sala 2011’an ve dest bi komkirin û berhevkirina berhemên çandî û hunerî yên Kurdî kiriye û wî berhemên çandên welatên din ên balkêş jî berhev kirine. 

Dikana wî li nava Kolana Mewlewî ye. Derê dikanê bi çanteyên neqişandî yên bi tayên rengîn û bi destan hatine çêkirin, bala mirovan dibe ser xwe. Hundirê dikanê bi gelek berhemên cûr be cûr ji tizbiyên kevirî yên rengorengo heta bi cerik, çente, xençer, kêr, tivinga ku jêre 11 tîrî ya Îngîlîz tê gotin û dîsa gelek berhemên din ên ji çanda Kurdî û biyanî tije ye. 

Kevirên enerjiyê

Li nava dikanê yek ji berhemên pirr bala min kişand, kevirên rengorengo yên ji cûreyên cuda bûn. Şiwan Mehmûd ji bo wan keviran got, “Ev kevirên mîneralî ne. Berê Kurdan bawer dikir ku ev kevir enerjiyên xirab dibe û dîsa hinek jî enerjî dide. Her wiha kevirên rist û dîsa enerjiyê hebûn.”

Mehmûd diyar kir ku nêzî 50 cûreyên Kevirên Mîneral li dikana wî hene û herî zêde ev kevir bala ciwanan dikişînin. Lê ji ber krîzên aborî ciwan nikarin van keviran bikirrin.”

Bi berhemên resen tije ye

Li nava dikanê du cûreyên tivingan ên resen hene, her wiha xencer jî hene. Li ser vê Şiwan Mehmûd got, ew tiving resen in û weke 11 Tîrî Ingilîz tên binavkirin: “Ev tiving di Şoreşa Kurdî de bi taybet Pêşmergeyan jî bi kar aniye. Her wiha ev cûre xençer jî resen in û temenê wan digihêje 90 salî. Her wiha hinek cûreyên din ji Bakur, Rojhilatê Kurdistanê ne.”

Nikarin ji rêûresmê qut bikin

Dema mirov li dikanên wiha piçûk dinihêre, dibîne bê ka rêûresma çand û hunerî ya civakan çiqasî li ber hûtên serdema teknîk û teknolojiyê li ber xwe dide. Tevî her tiştî jî miştiriyên wan hene û bala civakê dibin ser xwe û dibin parçeyek ji jiyanê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.