Hunermenda NÇM’ê Rûken Yilmaz got, li dijî êrişên li dijî muzîka Kurdî divê tekane bersiv jênegerîn be: “Li dijî êrişan jî tişta divê em bikin, xwedîderketina li çand, ziman û bîra me ye.”
Rûken Yilmaz ji malbateke ji Dihê ye ku sala 1984’an koçî Stenbolê kiriye. Yilmaz ji hef saliya xwe ve yanî ev 23 sal in bi muzîkê mijûl e. Ji sala 2010´an ve jî di nava NÇM´ê de çalak e. Yilmaz bi navê “Zelî” albûmek jî derxistiye, tê de 3 jê stranên gelêrî 7 stran hene.
Yilmaz, li ser hilberînê muzîka Kurdî got, her serdemek xwedî dînamîkine cuda ne û tesîra vê li muzîkê jî dibe. Wê wiha dewam kir: “Ev di tevahiya muzîka cîhanê de jî wisa ye. Ji dêvla nîqaşên ‘gelo muzîka Kurdî xitimiye’, divê pirsgrêka wesfî bê nîqaşkirin.”
Yilmaz, li ser êrişên li dijî ziman û muzîka Kurdî jî û got, siyasî û çandî di heman demê de li ser hemû qadên hunerê tên kirin: “Ev êriş, ji bo hebûna Kurd ji holê bê rakirin, tên kirin. Îcar li hemberî vê divê çi bê kirin? Em dikarin bidin dû vî karî û li ber van êrişan rabin. Em dikarin bêhtir Kurdî, bi bêhtir muzîk û hunerê Kurdî li ber van rabin. Em ê ti carî dest ji van bernedin. Tekane bersiva me divê jênegerîn be.”
MA/STENBOL